- Heta niha bi hezaran malbatên Êzidî ku dixwestin vegerin Şengalê hatine astengkirin. Lê belê tevî van astengiyan jî xelkê gundan vedigere warê xwe.
Tevî ku hema hema 9 sal di ser fermanê re derbas bûne jî heta niha ji bo vegera Êzîdiyan a Şengalê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ti gavên cidî neavêtine. Li dijî êrişên dewlata Tirk dibe ser Şengalê jî helwêstek nehate nîşandan. Êzîdiyên ku di bin siya êrişan û polîtîkayên şerê taybet de di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Şengalê de xwe birêxistin dikin, li dijî êrişan dibin mertal. Şengaliyên ku bi her cûreyê êrişan re rû bi rû dimînin, di avakirina jiyaneke demokratîk de bi israr in. Ji Rêveberiya Xweser a Şengalê endamê Desteya Rêveber Dexîl Îbrahîm ji Zeynep Durgut a ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Dexîl Îbrahîm bi xwe jî 6 salan di kampên PDK'ê de maye.
Iraq ji vegerê berpirsiyar e
Dexîl Îbrahîm anî ziman ku bi vegera Şengalê hikûmeta Iraqê neçar e ku berpirsyariyê li xwe bigire: “Gelek kes ji Şengalê derketin niha gelek ji wan vedigerin. Êdî îradeya Êzîdiyan çêbûye, bi hêz bûne. Bi saya hevalan, ev îradeya me derkete holê. Derfetên me çêbûn ku em karibin li ber xwe bidin. Niha gelek kes vegeriyane. Ji her gundekî kesên ku di fermanê de çûne, niha vedigerin. Ev tiştekî baş e. Ne tenê îro, ev sed sal in li ser vê civakê zilm heye û jiyan her tim jê re hatiye zehmetkirin. Êrişên bi ser Şengalê de, astengkirina vegerên Şengalê sûcê hikûmeta Iraqê ye. Divê ku heq û qanûn di vê dewletê de hebin. Mirov girêdayî kîjan partiya siyasî be, yan jî girêdayî kîjan bîrdoziyê be, ev hikûmet mecbûr e ku min biparêze. Çimkî ez hemwelatiyê vê dewletê me. Hikûmeta Iraqê nêçar e ku vegeran misoger bike. Ev peyvireke wê ya esasî ye.”
Hêza me ya avakirinê heye
Dexîl Îbrahîm anî ziman ku di nava civaka Êzîdî de fikreke nû ava bûye û wiha peyivî: “Vê civakê careke din jî li hember dijminê xwe çok nedanî. Wateya vegerên ber bi Şengalê ve jî ev e. Her roj êriş dikin, zehmetî hene, lê dîsa jî vedigerin. Li cem Êzîdiyan îradeyek çêbûye û ne pêkan e ku kesek karibe vê îradeyê bişikîne. Fikreke nû ava kirin û li dora wî fikrî civiyan û ew ê êdî dev ji wê fikrê bernedin. Li gundê Tilezer, Tilqesab, Tilbinav, Girzerik veger pirr hene. Li gundê Girzerik yek mal tê de avakirî nîne. Lê xelkê wî gundî tên û di gund de konên xwe vedane, di konan de ne. Armanca wan e ku gundê xwe bi destê xwe ji nû ve ava bikin. Ew hêza wan a jinûveavakirinê jî heye.”
15 Hezar malbat vegeriyan
Dexîl Îbrahîm anî ziman ku hejmara vegerên Şengalê gihiştiye asta herî jor: “Ji gundê Sîba Şêx Xidir 800 malbat vegeriyane Şengalê. Li Tilezêrê hezar malbat hatine. Tê gotin ku li Tilqesabê 2 hezar 500 kes vegeriyan e. Em dikarin bibêjin, heta niha 15 hezar malbat vegeriyane. Ew bi xwe bi derfetên xwe ava dikin û tên. Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku warê xwe terk nekin. Çandiniya xwe, mala xwe li ser axa xwe ava bikin. Divê em li heqê xwe bigerin û ji dijmin re nehêlin. Her vegerek berxwedanek e. Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê her daxwaza malbatên xwe pêk tînin. Çi av be, çi ji pêdiviyên din bin bi qasî ku ji destê me tê, em wan pêk tînin. Em madî û manewî bi civaka xwe re ne û em ê her alîkariyê jî bikin. "
Vegerin warê xwe
Dexîl Îbrahîm daxwaz kir da ku her Êzîdî vegere ser axa xwe û ev bang kir: “Ew kesê ku terka axa xwe û mala xwe bike ti feydeya kesekî nîne û wê her tim jî tenê be. Ji ber wê, hêviya me ew e ku yê ku heta niha venegeriyane jî xwedî îrade be. Ji ber wê em bang li wan dikin da ku vegerin cih û warê xwe."
NAVENDA NÛÇEYAN