Sendroma Meqapa gerîla

Çarşem 2 Cotmeh 2024 - 02:05

Rêveberiya Girtîgeha Marmarayê bi hinceta ku pêlava ‘Meqap’ê ‘semboleke PKK’ê’ ye û bi îdîaya ‘navtêdanê’ pêlava bi merqaya ‘Meqap’ê desteser kir û nehişt ku ber destê Cîhan Demîr ê girtî. 

Ji bo girtî Cîhan Demîr pêlavek meqapê hat şandin. Rêveberiya  girtîgehê bi hincetên, “navtêdanê dike” û “dişibe ya PKK’iyan” pêlavê desteser kir. 

Malabata Cîhan Demîr ê ku li Girtîgeha Marmarayê (Silîvrî) ya Stenbolê girtî ye jê re pêlava bi Meqapê şadn lê rêveberiya girtîgehê ya Tirk bi hinceta ku ‘navtêdan’ê dike desteser kir û îdîa kir pêlava Meqabê ne li gorî qanûnên girtîgehê ye. 

Pêlav ‘navtêdanê’ dike

Piştî ku Rêveberiya Girtîgehê pêlav desteser kir Demîr serî li Dadgeriya Înfazê ya Silîvriyê da û xwest ku pêlavê bidinê. Midûriyetê di bersivê de got pêlava ku jê re hatiye şandin rengê xwe zer e, di nav ‘sîmgeya PKK’ê’ de cih digire û îdîaya xwe sparte ser nûçeyan. Rêveberiya girtîgehê her wiha îdîa kir pêlav ‘navtêdanê’ li nav girtî û cezaxwariyan bike û bibe sedema bûyeran û pêlav di embera kelûpelan de tê mihefezkirin.

Dadgeriyê serlêdana Demîr red kir, biryar da ku pêlavê nedinê. Dadgeriyê got,’’Ev pêlav a PKK’yiyan e û dişibe wan.’’ 

MA/OMER ÎBRAHÎMOGLU/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.