- Li Hesekê, di çarçoveya çalakiyên pêncşema çandî ya asayî de, Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê semînerek organîze kir.
Li Hesekê, di çarçoveya çalakiyên pêncşema çandî ya asayî de, Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê semînerek organîze kir. Şêwekar Hesen Hemdan Semîner bi navê “Çîrokên ji bibîranînê û qonaxên hunerî di jiyana hunermend de” da.
Di semînera li parka Xwendinê ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê de bi dehan rewşenbîr û endamên saziyên sivîl hazir bûn.
Piştî rêzgirtinê, şêwekar Hesen Hemdan dest bi semînerê kir û got, “Ji kevn ve huner li herêmê heye û bi demê re bi pêş ket û destan ji wêneyan derketin.”
Hesen Hemdan diyar kir ku li herêma Cizîrê mîrasên çandî yên pirreng hene û ew bi kelepora xwe ya şaristanî bi nav û deng e, ji ber ku di nava xwe de gelek pêkhate û şaristaniyan dihewîne.
Hemdan hunerê şêwekariyê weke kevntrîn zimanê mirovahiyê bi nav kir.
Şêwekar Hesen Hemdan her wiha behsa galeriyên kevn ên li herêmê û wan şêwekaran kir yên ku bi wênexêzî û hunerên xwe dîroka herêmê derxistin holê.
Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.
ANHA/HESEKÊ