Şelaleya Ava Spî ya li gundê Çumbilok a ser bi bajaroka Simêlan ya devera Balekayetî ji ber ciwanî û ava xwe bûye yek ji cihên geştiyariyê. Rojane geştiyar û welatiyên deverê ji bo derbaskirina demek xweş û girtina wêne û dîmenên xwe serdana şelaleyê dikin.
Serdar Hisên yek ji wan geştiyaran e ku serdana deverê kiriye got:“Şelaleya Ava Spî li Balekayetî dîmenek xwe yê ciwan û balkêş heye. Divê geştiyarên ku serdana vî cihî dikin, xwezayê paqij bigrin da ku dîmenê ciwan yê şelaleyê têk neçe. Her wiha daxwazê ji hikûmet û aliyên peywendîdar dikin xizmetguzariyan ji deverê re bikin.”
Wênegirê bi navê Senger Selahî jî got:“Şelaleya Ava Spî dîmenek xwe yê ciwan û balkêş heye.” Selahî diyarkir ku ava şelaleyê ji bilindahiyek zêde de tê xwarê û di nava kevir û newalan de tê xwarê, vê yekê jî ciwaniyek cûda daye deverê.
ROJNEWS/BALEKAYETÎ