Sekna Ocalan komplo pûç kir

Şemî 30 Îlon 2023 - 00:05

  • Seyrî Îpek: Bi çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” re xeleka berxwedanê hate avakirin û komploya navneteweyî bi saya sekna Rêber Abdullah Ocalan hatiye pûçkirin. 

Hevseroka navçeya Fatîhê ya Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Seyrî Îpek, di 24’ê Cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Sakaryayê li dijî komploya navneteweyî bedena xwe da ber agir û birîndar bû. Seyrî Îpek, têkildarî komploya navneteweyî û çalakiya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” bi nûçegihandê ajansa Mezopotamya Omer Îbrahîmoglu re axivî. Îpek, anî ziman ku armanca komploya navneteweyî tesfiyekirina Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bû. Îpek, diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji bo Rojhilata Navîn ronahiyek bû û wiha domand: “Hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe komploya tarî xistin meriyetê. Lê belê ev komplo, bi saya paradîgmaya jiyana nû, felsefe û sekna Rêbertiyê vala hate derxistin. Li hemberî rewşa Rêbertiyê em tevek ketibûn nava lêgerîn û fikaran. Rêbertî herî dawî li Romayê bû û ji welatekî dişandin welatekî din. Her tim di nava tevgerê de bû. Em jî ketibûn nava vê tirsê; wê radestî Tirkiyeyê bihata kirin. Êdî me berjewendî û hesabên wan ên qirêjî fêm dikir. Di nava wan êrişên dijwar de her yek ji me, bi taybetî jî gelê Kurd û hevalên li girtîgehê, girtiyên azadiyê ketin nava berxwedanê.”

Xeleka berxwedanê hat ava kirin 

Îpek anî ziman ku gelê Kurd li dijî komployê hevgirtina xwe xurt kir û got, “Bi çalakiyên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’, xeleka berxwedanê hate avakirin. Çalakiya ewilî li Girtîgeha Mereşê ji hêla Mehmet Halîl Oral ve hate lidarxistin. Piştre jî ev çalakî li tevahiya girtîgehan belav bû. Tu dixwazî nerazîbûna xwe ya li dijî komployê nîşan bidî û xwedî li Rêbertiyê derkevî. Tu dixwazî pêşî li komployê bigirî. Pirsa, ‘gelo dikarim çi bikim?’ ji xwe dikî. Grevên birçîbûnê, çalakiya lêxistina li deriyan û hwd. ji bo te kêm tên. Diviya çalakiyên fedaî yên mezin bihatana kirin. Ji ber ku diviyabû komploya tarî vala bihata derxistin.” 

Min xwest bibim Bêrîtan Zîlan Sema 

Di dewamê de Seyrî Îpek daxuyand ku wan bi fikra “hewce ye, em li dora Rêbertiyê bibin xelekek” hewl daye komployê pûç bikin û wiha bal bire ser girîngiya çalakiya xwe: “Dema tu vê dikî, hem ji hêla hestê hem jî ji hêla fikrî tu biryara xwe didî. Dema tu vê çalakiyê dikî, bi agir re du dîlanê dikî. Û êdî li dora Rêbertiyê xelekeke ji agir ava dibe. Piştî pêvajoya hefteyekê, min biryara çalakiyê da. Piştre jî min armanca çalakiya xwe nivîsand. Min nameyek ji bo Rêberê Gelê Kurd, yek ji bo gelê Kurd û yek jî bo malbata xwe nivîsand. Di nameyên xwe de min got, ’Heke em bikarin bi çalakiya xwe Rêberê Gelê Kurd ji vê komployê xelas bikin, heke em bikarin azadiya wî pêk bînin, heke hewce bike ku em bi beden, can û bi xweşewitandinê li dora wî xelekeke ji agir ava bikin, wê demê em amade ne ku wê jî bikin.’ Min dixwest di dawiya çalakiyê de bibim Bêrîtan, Zîlan û Sema.” 

Seyrî Îpek got, çalakiya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” li gelek girtîgehan belav bû û wiha peyivî: “Li dora Rêbertiyê xeteke bexwedanê ya ji agir hate avakirin. Ev berxwedan li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê belav bû. Her wiha veguherî serhildaneke topyekûn, xwedî li Rêbertî û Tevgera Azadiyê ya Kurd derket û komplo pûç kir. Ev yek ne tenê bi çalakiyên xweşewitandinê, lê bi bandora serhildana gel û sekna wan jî hebû.” 

Azadiya fizîkî esas bigrin 

Seyrî Îpek, anî ziman ku komplo hatiye pûçkirin, lê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan esas were girtin û got, “Hewce ye ku têkoşîna li dijî tecrîdê bidome. Tevahiya civakê tê tecrîdkirin. Heke li vir çareseriyek hebe, heke hewcehî bi jiyaneke asayî hebe, ew yek jî bi azadiya Rêberê Gelê Kurd pêkan e. Divê armanca me ev be. Divê ji Îmraliyê derkeve. Divê ew tecrîd ji holê were rakirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.