Seîd Dêreşî û dîwana Feqiyê Teyran

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 19 Hezîran 2024 - 00:27

LORÎNA MARKASÎ

Nivîskar Seîd Dêreşî li ser Dîwana Feqiyê Teyran herî kem deh sal kar kiriye. Sala 2005’an Dîwana Feqiya Teyran li bajarê Dihokê bi tîpên erabî, di nav weşanên Spîrêzê de çap kiriye. Piştre ev xebat tê latînîze kirin û weşanxaneya Lîsê sala 2011’an çap dike.

Pirtûk bi giştî 640 rûpel e. Nivîskar ji bo ku xwendevan baş fem bikin 2409 (du hezar û çarsed û neh) jêrenot nivîsiye. Dîsa 30 rûpel jî ferheng amade kiriye. Nivîskar di dawiya pirtûkê de beşeke pir hêja amade kiriye. Helbestên Feqiyê Teyran ên destnivîsî parve kiriye. Em qala 50 rûpelan dikin!

Seîd Dêreşî li jiyana Feqiyê Teyran bi kurtasî van agahiyan dide; Feqiyê Teyran, sala 957’ê Mişextî, beramberî sala 1549’ê Zayînî, li gundê Warezorê, ku ser bi qezaya Miksê ve ye, ji dayik bûye. Sala 1041’ê Mişextî, beramberî sala 1631’ê Zayinî, miriye û li gundê Şandîsê, li qezaya Nemira hatiye veşartin.

Berhemên Feqiyê Teyran:

Dîwaneke Helbestan

Beyta Şêxê Sen’anî

Beyta Bersîsê ‘Abid

Çend beytên din ên kurt, wekî Beyta Dimdim, Beyta Zembilfiroş û Beyta Dilî

Seîd Dêreşî kî ye?

Seîd Dêreşî, sala 1955’an, li gundê Dêreşê ji dayîk bûye. Dêreşê dikeve nava tixûbê qezaya Amêdiyê. Amêdiyê jî berê paytextê Mîrgeha Behdînan bû. Niha jî bajarê Amêdiyê di tixûbê parêzgeha Dihokê de ye li başûrê Kurdistanê. Wî sala 1976’an rêza danzdehan ji xwendinê bi dawî aniye. Sala 1982’an, Kolêja Fiqih, Şerî’et û Vekolînên Îslamê, Zankoya Mustensiriyê, Bexda, li bajarê Necefê, li başûrê Iraqê bi dawî aniye.

Sala 1986’an, bûye endamê Yekîtiya Nivîskarên Îraqê. Sala 1991’ê, bûye endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd. Piştî serhildanê, çend rolên rêveberiyê di Medyaya Kurdî de wergirtiye. Ji 1995’an û vir ve, li Elmanyayê xwecî ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.