Şehîdên kîmyabarana Avaşînê
Şemî 25 Îlon 2021 - 02:12
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûbûn, eşkere kir. Her 3 gerîla bi bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, şehîd bûn.
HPG´ê got; “Di daxuyaniya xwe ya 15’ê Îlona 2021’ê de me ragihandibû ku 3’ê Îlonê artêşa Tirk a mêtinger ji ber ku nekarî li pêşberî berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê encamê bi dest bixe, li qada berxwedanê ya Girê Sor rê û rêbazên li dijî mirovahiyê bi kar anîn, gazên kîmyewî bi kar anî û di vê êrişê de 3 hevrêyên me şehîd bûn.
Hevrêyên me Botan, Zinarîn û Delal în li qada berxwedanê ya Girê Sor bi berxwedana xwe ya destanî rûpeleke nû li dîroka azadiyê ya gelê me zêde kirin; ew ê di meşa serketinê de weke çavkaniya herî mezin a hêz û moralê ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bêne bibîranîn û bibin hinceta me ya ji bo têkoşînê.”
Evîndarê Avaşînê bû
HPG´ê ji bo şehîd Botan Ozgur got, “Hevrêyê me Botan li navçeya Elbax a Wanê ji dayik bû û lê mezin bû. Hevrêyê me Botan sala 2012’an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû, zû hînî gerîla bû û bû fermandarek. Demeke dirêj li qada zehmet a Zagrosê gerîlatî kir. 7 salan li herêma Avaşînê kar kir û bi daxwazeke mezin bi cografya Avaşînê ve hate girêdan, ku heyranê wê bû. Herî dawî li qada berxwedanê ya Girê Sor bi roleke dîrokî rabû û pêşengî li berxwedanê kir. Hevrêyê me Botan wê di têkoşîna me ya jiyan û şer de her tim rêya me ronî bike."
HPG´ê ji bo şehîd Zinarîn Welat got, "Hevrêya me Zinarîn sala 2013’an tevlî nava refên gerîla bû, li gelek herêma gerîlatî kir û bi daxwaza gerîlatiya li Zagrosan berê xwe da Avaşînê. Hevrêya me Zinarîn li herêma Avaşînê bi rengekî serketî tevlî gelek çalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker bû û li qada berxwedanê ya Girê Sor bû yek ji pêşengên berxwedana xurt a jinên Kurd ên azad. "
HPG´ê ji bo şehîd Dela Qamişlo jî got, "Hevrêya me Delal li nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava mezin bû, weke jineke Kurd a ciwan li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst şer kir û li refên herî pêş tevlî pêngavên azadkirina xaka Rojava bû. Tevî temenê xwe yê ciwan di demeke kurt de di gerîlatiyê de bû pispor. Bi eneriya xwe, bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilsoziya xwe ya bi hevrêtiyê hate naskirin. Bi pratîka li herêma Avaşînê tevlî gelek çalakiyan bû û di van çalakiyan de derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hatin xistin. Weke milîtaneke leheng a xeta PAJK’ê erk û berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî bi cih anîn. "
HPG´ê sersaxî ji bo malbatên şehîdan û welatparêzên Kurdistanê xwest û agahiyên li ser nasnameya 3 gerîlayên şehîd parve kirin:
- Botan Ozgur (Celal Ozcan) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Sadiya û Kemal, 3’ê Îlona 2021´ê li Avaşînê şehîd bû.
- Zinarîn Welat (Rama Şemdîn) a li Hesekê ji dayik bûye, keça Aklîma û Serbest, 3’ê Îlona 2021´ê li Avaşînê şehîd bû.
- Delal Qamişlo (Hîva Mamo) ya li Qamişloyê ji dayik bûye, keçe Hamîde û Îsmaîl, 3’ê Îlona 2021´ê li Avaşînê şehîd bû.
NAVENDA NÛÇEYAN