• NPG got, gerîlayên azadiya Kurdistanê bi dilsoziyeke xurt girêdayî xeta Apoyî ne û li ser esasê tekoşîna şehîdên fedayî, li dora Rêbertiyê xelekeke ji agir ava kirine.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî da û got; “Em di salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de ne. Ev komplo li dijî Rêber Apo ye, Rêber Apo yê ku miletek ji qirkirinê rizgar kir, ew vejand û rêya azadiyê ji gelê me re vekir. Em hemû hêzên ku bûne parçeyê vê komployê, bi hêrseke mezin şermezar dikin. Em di şexsê şehîdên ‘Hûn nikarin Roja Me tarî bikin’ de yên ku bi dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re li dijî komplogeran bedena xwe kirin sîper û li dora Rêbertiya me ji agir dîwarek çêkirin û nîşanî cîhanê dan ku îradeya gelê me nayê tinekirin, şehîdan hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”

NPG´ê got, komplogeran xwest gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê bê rêbertî bimîne û wiha dewam kir: “Li Kurdistanê têkoşîna me bi pêşengiya Rêber Apo bipêşveçûneke dîrokî kir û pêl bi pêl belav bû. Di serî de gelê Kurd bû hêviya azadiyê ya herkesê çewisandî, ya jin û ciwanan. Ziman, çand, dîrok, nasnmame û mafê gelê Kurd ê herî esasî tine hatiye hesibandin. Gelê Kurd bi terzê hewldan û têkoşîna bê hempa ya Rêbertiya me, şoreşa berxwedanê pêk aniye û ketiye rêya azadiyê. Hêzên Modernîteya Kapîtalîst ku xwestin gelê Kurd ê bi pêşengiya Rêber Apo ber bi azadiya xwe ve diçû, asteng bikin; di şexsê Rêbertiya me de li dijî gelê Kurd komploya herî xedar a dîrokê xistin dewrê. Vê komploya bêyom, xwest gelê Kurd û tevgera azadiyê bêyî Rêbertî bihêle û wan ji xeta Apoyî derxe û tasfiye bike. Komplo bi îrade û berxwedana bê hempa ya Rêber Apo û têkoşîna gelê me û bi keda şehîdên me yên fedayî, hatiye pûçkirin.”

 

Îlhama gerîla Rêber Apo ye

NPG´ê bal bire ser helwêsta Rêber Abdullah Ocalan a beramberî komployê jî û got, “Rêbertiya me bi sekna xwe ya Îmraliyê ya dîrokî êrişên hêzên komploger û yên dewleta Tirk a cendirmetiya wan hêzan dike, pûç kir. Wî di bin şert û mercên herî giran de çareseriya paradîgmayî pêk anî û çareseriya Modernîteya Demokratîk bi pêş xist. Modernîteya Kapîtalîst têk bir û paradîgmaya îdeolojîk û serketinê, bi ser ket. Fikrên Rêber Apo îro gerdûnî bûne. Rêber Apo di Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê de û di bin şert û mercên giran de 24 salan bênavber têkoşîna xwe domand û xwe ji bo azadiya kesên çewisandî, jin û ciwanan feda kir.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê îlham, bawerî, îrade, hêza fikrê xwe ji vê sekna Rêber Apo ya dîrokî wergirtin û bi ruhê fedayî li ser xeta Apoyî xwe fedayê vê rêyê kirine. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku bi vê ruh û zanebûnê têdikoşe, bi ruhê fedayî yê Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelalan parastina xwe ya rewa pêk anîne. Her beşeke xaka Kurdistanê bi fedayiyane parastine û bi berxwedana xwe ya dîrokî Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bi pêş xistine. Gerîlayên me yên ku fedayiyên Rêber Apo ne, li dijî her cûre êrişa ku li dijî Rêbertî û gelê me hatiye kirin, bi îradeyeke ku di dîrokê de mîna wê nîne rabûye û hesabên qirkirinê yên dagirkeran car din pûç kir. 

 

Gerîla li dora Rêbertiyê xeleka ji agir e

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku bi girêdanek xurt girêdayî xeta Apoyî ye, bi esasgirtina têkoşîna şehîdên me yên fedaî yên li dora Rêbertiya me ji agir xeleqek ava kirine, wê Komploya Navneteweyî bi hemû ve parçe bikin û têk bibin. Bêyî ku tawîz ji xeta Apoyî bide, bêyî teredut, bi xwestekek mezin, bawerî, biryardayî û ruhek fedayî wê xwedî li erkên xwe yên pêvajoyê derkevin.

 

Em ê erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin

Em Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi vê baweriyê di sala 25’emîn a Komploya Navneteweyî de, gerîlatiya profesyonel hîn bi pratîktir bikin. Em bi biryar in ku teqez Komploya Navneteweyî bi hemû aliyan ve parçe bikin, erk û berpirsyariyên xwe yê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya bi cih bînin.”

BEHDÎNAN