Şehîd Ferhat hate bibîranîn

Pêncşem 20 Hezîran 2024 - 00:33

Li nêzîkî gundê Berlût yê girêdayî navçeya Kelarê ya Germiyanê Alîkarê Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhat Şiblî (Ferhat Dêrik) di 2’yemîn salvegera şehadeta xwe de bi beşdariya gelek welatparêz, nûnerên partî û rêxistinan, endamên Tevgera Azadî li cihê lê şehîd bûyî bi merasîmeke girseyî hate bîranîn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre nûnerê Partiya Komunîsta Kurdistanê axiftinek kir û got:“Bêgûman rejîmên li her çar parçeyên Kurdistanê di şehîdkirina Kurdan de tu caran û bi tu awayî dudilî nekirine. Em weke gelê Kurd, gelekê aştîxwaz û azadîxwazin. Lê bi sedan salene di komkujiyan re derbaz dibîn.”

Piştre Berdevkê Tevgera Azadî Cûma Kerîm axivî û wiha got:’’Şehîd Ferhat Dêrik û tevayî şehîd, ne tenê şehîdên parçeyeke Kurdistan an partiyekê ne, ew şehîdên hemû gelê Kurd û Kurdistanê ne. Şehîd Ferhat û malbata wî li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde kirin.”

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên jî got:“Her bostek ya vê axê şehîdek ber dikeve. Tu malbatên welatparêz yên bê şehîd nînin û xema malbata Şehîd Ferhat parve dikin. Hevseferên Şehîd Ferhad jin bûn. Ji ber vê yekê em jinên ku ji bo azadiya gelê Kurd û jinên Kurd têkoşiyane û şehîd bûne, ji dil û can silav dikin.”

Hevserokê Encûmena Germiyan ya Tevgera Azadî Herêm Mehmûd jî wiha got:“Em ji malbata şehîd Ferhad û hevrêyên wî re silavên xwe pêşkeş dikin. Em ji wan re dibêjin ku emê li ser rêya şehîdên xwe berdewam bin û em ê dest ji xwîna şehîdên xwe bernedin.” Di dawiya merasîmê de çend mûm hatin pêxistin û beşdaran soza berdewamkirina rêya şehîdan dan.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.