Şehîd çavkaniya hêza me ne
Çarşem 11 Çile 2023 - 10:20
- Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel a Mûrat Karayilan li ser cîhazê ji gerîlayan re axivî û got “Ji ber ku dijmin dizane rewşa hewayê biguhere, wê nikaribe li dora çeperên berxwedanê bimîne, ji ber vê jî dijmin ketiye nav tirs û telaşeke mezin.”
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan li ser cîhazê ji gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li qada şer re axivî û gerîlayên li eniyên şer silav kir.
Mûrat Karayilan di axaftina xwe de şehîdên Berxwedana Şehîd Xûrsî bi bîr anî û got; “Ez heval Ferman Kerîm, Jînda Serhed, Sabrî Cîlo, Helmet Viyan, Dilşêr Reqa, Adar Çiya, Harûn Firat, Arvîn Tolhildan, Sefqan Adar, Hêvî Welat, Azad Pirsûs bi rêzdarî bi bîr tînim. Em di şexsê van hevalên qehreman de şehîdên berxwedana sala 2022’an bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em ê li ser soza xwe ya dilsozî û serketinê ya ji bo wan bin. Em wan wek ronahiya serkeftinê, pêşengên azadiya Kurdistanê dibînin û di rêya serketinê de wê bibin çavkaniya hêza me.”
Xwest di çend hefteyan de encam bigre
Mûrat Karayilan da xuyakirin ku gerîlayên di sala 2022'an de li Zap, Metîna û Avaşînê şehîd bûne, sala 2022'an kirine sala qehremaniyê û got, "Weke ku tê zanîn dijmin hesab kiribû ku wê di sala 2022’an de bi ser bikeve, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo berdewam kir û zextên xwe yên li ser gelê Kurd û siyaseta Kurd girantir kirin. Ji aliyê din di êrîşa xwe ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybet li dijî Zap, Metîna û Avaşînê de xwest di nava çend hefteyan de encamekê bistîne.
Tevî hemû derfetên teknolojîk ên di destê wan de, bikaranîna çekên ji aliyê cîhanê ve hatine qedexekirin û hemû piştgiriya PDK’ê, dijmin di sala 2022’an de bi ser neket û derbên giran xwar. Dewleta Tirk di sala 2022’an de bi dagirkirina sînorên Mîsak-i Millî xwest bigihêje encamê. Lê bi saya berxwedana hevalan dijmin li Zap, Metîna û Avaşînê asê ma. Di 11-12’ê Kanûnê de me dît ku ji gelek herêman vekişiyan. Ji bilî Girê Hakkarî û Girê FM vekişîna dijmin ji hemû qadên rojavayê Zapê têkçûn e. Dijmin neçar ma ji lûtkeyên Kurojahro û li gelek herêman qada Saca, Girê Şehîd Sîpan, Şehîd Kuncî vekişe. Niha li derdora ava Zapê hêzên dijmin nemane, tenê li girê Rêwan hene û hinekî jî girê Şoreş girtine.”
Li Zapê têkçûn, berê xwe dan Avaşînê
Mûrat Karayilan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker li Zapê bi ser neketiye û niha hewl dide hin herêmên Avaşînê dagir bike û got, "Ji bo vê jî divê berxwedana hevalên me yên li herêmên Çemço û Sîdayê bişkîne. Bi vê armancê 4-5 meh in bi hemû derfetên xwe êrîşî çeperên Şehîd Botan, Şehîd Felat û Şehîd Dogan û qada Keleha Çemçoyê dikin. Keleha Çemçoyê bûye wekî xençera ku li dijmin hatiye xistin.”
Karayilan diyar kir ku artêşa Tirk her roj bi tank, top û obusan êrîşî herêma Keleha Çemçoyê dike û diyar kir ku li herêma Şehîd Botan hema bêje her roj çekên kîmyewî yên qedexe tên bikaranîn. Êrişên dawî yên dewleta Tirk ev e ku piştî Zapê dîsa rezîl û riswa nebin, ji ber vê jî êrîşên xwe zêdetir kirine.
Berxwedana Zapê dîrokî ye
Karayilan bal kişand ser vî tiştî ku 9 meh in li rojhilat û rojavayê Zapê û li herêmên Avaşîn û Metîna berxwedaneke awarte tê kirin û got “Ev di dîroka gelê me de tiştekî nû ye. Ji ber ku di dîroka gelê me de 9 mehan di heman çeperê de berxwedan çênebûye. Zap yekem e. Belê rast e, Kela Dimdimê di dîroka gelê me de salekê dom kir, lê li wir dorpêç hebû. Li aliyê din çekên îroyî wê demê tunebûn. Wê demê çekên serhildêran û yê dijminan hema bibêje wekî hev bûn. Ji ber vê berxwedana li rojhilatê Zapê di dîroka gelê me de yekemîn e."
Komeke şervan artêşek têk bir
Fermandarê Biryargeha Navendî ya NPG’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku taktîka şer a gerîlayan di dîroka hunera şer de jî taktîka yekemîn e û got: "Tişta ku qewimî, mînakeke mezin e ku komeke şervan çawa artêşeke birêkûpêk û xwedî çek, têk dibe. Ya duyemîn jî girîngiya siyasî û civakî ya vê berxwedanê gelekî mezin e. Ji bo gelê me û ji bo me ev berxwedan berxwedana hebûnê ye. Vê berxwedanê rê neda hikûmeta AKP-MHP’ê polîtîkaya qirkirinê bi pêş bixe.”
Eger Zap biketa, faşîzm mayînde dibû
Karayilan da zanîn ku, berxwedana heyî di heman demê de berxwedana azadiyê ya gelên Tirkiyeyê ye û got, “Ev berxwedan xwedî roleke dîrokî ye. Ji ber ku ger hikûmeta AKP-MHP’ê di şerê van 2 salên dawî de serkeftî bibûya, wê xwe li Tirkiyeyê mayînde bikira.”
Navend Zap, Avaşîn û Metîna ye
Di dawiyê de Fermandarê NPG’ê Karayilan destnîşan kir ku, berxwedana salên 2021 û 2022’an bingeha serkeftina sala 2023’an avakiriye û got;“Sala 2023’an wê bibe sala serketina mezin û têkçûna rejîma qirker a faşîst. Bêguman helwesta li Îmraliyê, berxwedana li hemû zindanan, berxwedana li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' pêk hat, gelekî bandor kir. Lê navend; Zap, Avaşîn û Metîna ye. Ger li vir bi ser biketana, wê dijmin zêdetir zext li Rêber Apo bikira ku gav bi paş de biavêje û wê siyaseta Kurd, demokratîk û çep hîn bêhtir biperçiqanda.
Fermandarê berxwedana Şehît Şahîn hevrê Bager Gever gotibû; "Bi vê berxwedanê re em xwe bêhtir nêzî Rêbertî dibînin." Belê, yên vê berxwedanê pêk tînin, hevrêyên herî zêde nêzî Rêbertî ne.”
Dijmin di nava tirs û panîkê de ye
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan, di van mijaran de hêzên gerîla hişyar kir û wiha xîtabî gerîlayan kir: “Divê hevrêyên me jî bizanibin ka rolek çawa dilîzin. Îro çavê her kesî li wan e, bi taybetî jî gelê me. Ji ber vê yekê divê hevrê jî li ser wê yekê bisekinin ku berxwedanê çawa bi serketinê tacîdar bikin. Em bawer in ku hevrêyên me yên 9 meh in li hemberî dijmin xwedî ezmûn in, wê van êrîşên dawî yê dijmin jî têk bibin. Dijmin bi lez û bez e, di nava tirs û panîkê de ye, ji ber ku dizanin ku eger hewa biguhere wê nikaribin xwe li dora çeperên berxwedanê bigirin. Pêvajoya têkbirina dijmin dest pê kiriye, divê em vê pêvajoyê heta dawiyê bimeşînin û têkbirina dijmin garantî bikin.”
BEHDÎNAN