Şehbayê ji zivistanê re hazir dikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 5 Mijdar 2021 - 23:39

  • Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Efrînê bi nêzîkbûna zivistanê re wekî beşa yekemîn a amadekariyan, 25 hezar bermîlên mazotê bê pere li xelkê belav kirin. 

ALAN REŞÎD / ANHA/ŞEHBA

Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Efrînê bi nêzîkbûna zivistanê re wekî beşa yekemîn a amadekariyan, 25 hezar bermîlên mazotê bê pere li xelkê belav kirin. 

Koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê ev cara çaran e ku wê weke penaber zivistanê di ser xwe re bibihurînin. Desteya Karûbarên Civakî û Xebatê ya Herêma Efrînê û bi koordîneya meclisên navçeyên Şehba û Şêrawayê, dest bi belavkirina mazotê kir.

Desteyê piştî ku gelek komîte li navçeyan ava kirin, 27'ê Cotmehê dest bi belavkirina mazotê kir, belavkirin li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê paşê Til Rifet û bajarokê Kefernaya û tevahiya herêmên kantona Efrînê dest pê kir.

Li gorî hevserokê desteyê, Ebdulhenan Mamo, 200 lître mazot (Bermîlek) li her malê bê pere hatin belavkirin, heman miqdar wê destpêka sala nû jî bê belavkirin.

Li ser astengiyan jî, Mamo got, "Par ji ber ambargoya hikûmeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê, me astengiya peydakirina mazotê ji şêniyan re kişand, di encamê de li gelek bajarok û gundan, mîna bajarokê Babin û Til Şeîr piştî derbasbûna du mehan di ser zivistanê re, mazot hate belavkirin. Rewşa îsal di aliyê ambargoyê de ji ya par ne baştir e, şêniyên herêma Efrînê yan di kampan de yan jî di malên xirabûyî de ne, ji ber vê yekê me lez da belavkirina mazotê da ku wan sermaya destpêka zivistanî biparêze."

Têkildarî mîqdara ku dê were belavkirin Mamo got, "Plana me ya belavkirinê du hefteyên din dewam dike, zêdetirî 5 mîlyon lître mazot yanî qederê 25 hezar bermîl li zêdetirî 25 hezar malbatî wê werin belavkirin."

Ji ber ambargoyê, nirxê bermîleke mazot li Şehbayê 700 hezar lîreyên sûrî ye, di encamê de qada çandinî û xizmetguzariyê li kantonê bi paş ket.

Endamê Komîteya Belavkirina Mazotê ya navçeya Til Rifetê, Arif Mihemed jî diyar kir ku zêdetirî 10 hezar bermîl mazot bê pere li şêniyan belav kirine.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.