• Hêzên rejîma Îranê, mamosteyê Kurdî û aktîvîst Keyûmerz Letîfî li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Sinê girt. Navenda PEN’a Kurd doza tavilê serbestkirina Keyûmerz Letîfî kir. 

Hêzên rejîma Îranê, mamosteyê Kurdî û aktîvîst Keyûmerz Letîfî li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Sinê girt. Navenda PEN’a Kurd doza tavilê serbestkirina Keyûmerz Letîfî kir. 

Li paytetxa Ostanê Kurdistanê, Sinê, êrişên rejîma Îranê li dijî Kurdan xasma dijwar in. Rejîm êriş dibe ser çalakiyên ji bo çand û zimanê Kurdî jî. Ew gelek caran Kurdên ku mamosteyê zimanê Kurdî dikin jî dixe zindanê. Herî dawî rejîmê mamosteya Kurdî Zara Mihemedî (Zara Mohammadi) xistibû zindanê. Ji ber ku li gundên Sinê dersên Kurdî didan, Pasdarên rejîmê ew Gulana 2019´an girtibûn. Piştî dadgehkirineke neheq, 5 sal cezayê hepsê lê hat birrîn û Zara Mihemedî ya 29 salî ji Çile ve di hepsê de ye. 

Tohmeta hevkariya partiyeke Kurdî 

Keyûmerz Letîfî (Kiyoumars Latifi) jî mamostetiya Kurdî dikir li Sinê. Hêzên rejîmê ew sêşema bihurî girtin. Beriya wê jî hêzên Îtlaetê du hefteyan ew biribûn navendeke xwe ya lêpirsînê û du hefteyan ew li wir ragirtibûn. Li gorî Kurpa û rêxistina mafê mirovan Hengawê, êşkence li mamosteyê Kurdî û aktîvîst Keyûmerz Letîfî yê 41 salî, hatiye kirin.

Kurdpa hîn bûye ku mamoste Letîfî bi "hevkariya bi partiyeke Kurd a muxalif re" tê tohmetbarkirin.

Di vê navê de, çawa ku Hengaw dide zanîn, Navenda PEN’a Kurdî jî hewl dide da ku ew bê berdan. Li gorî Hengawê, xwişka Letîfî hewl daye zanibe ka Îtlaetê çima birayê wê girtiye, lê hêzên Îtlaetê ew jî girtine, îfadeya wê girtine, êşkence lê kirine û gef lê xwarine ku ew ê dest biavêjin wê. Navenda PEN’a Kurdî ji ber rewşê nerehet e û bang li dewleta Îranê kir da ku tavilê Keyûmerz Letîfî berde.

NAVENDA NÛÇEYAN