• Dewleta Tirk bi hesabên xwe yên ku di ser PDK´ê re dimeşandin, dixwest li Bexdayê bibe yek ji aktorên sereke.

Dewleta Tirk bi hesabên xwe yên ku di ser PDK´ê re dimeşandin, dixwest li Bexdayê bibe yek ji aktorên sereke. Tifaqa Suniyam, tevgera Sedr û PDK´ê encama hewldanên dewleta Tirk bû. Lê niha diyar dibe ku ev pîlana dewleta Tirk wê neçe serî. 

Endamê Polîtbûroya Tevgera Hikme ya Nîştimanî, Fadî Şemerî doh diyar kir ku ew ê piştî Remezanê helwêsteke siyasî ya nû ragihînin û ev ê encamên erênî bi xwe re bîne.

Fadî Şemerî di daxuyaniyeke ji bo Rojnewsê de got, Çarçoveya Hemahengî ya Şie naxwaze Tevgera Sedr ji hikûmeta nû ya Iraqê were dûrxistin. Şemerî got, ev jî wê yekê nîşan dide ku pêngavên Çarçoveya Hemahengî li ser bingehê hev fêmkirinê ye.

Fadî Şemerî gotiye, ew ê piştî Remezanê helwêsteke siyasî ya nû ragihînin. Şemerî peyameke Muqteda Sedr a ji bo Hadî Amirî jî eşkere kiriye û gotiye, di peyama Sedr de hatiye gotin, ew ê nebin muxalefet. Şemerî got, ev peyama Sedr wê yekê nîşan dide ku Tevgera Sedr bi daxwazên Çarçoveya Hemahengî razî bûye.

Ka ev şiroveya Fadî Şemerî bi rastî jî di cih de ye û helwêsta nû ya Çarçoveya Hemahengî û peyama Sedr wê rê li ber tifaqake Şîî ya mezin vekin yan na ji îro ve ne diyar e. Lewma heta Remezan biqede wê aktorên weke Tirkiyeyê hewl bidin projeya xwe bibin serî. Lê hebûna helwêstên nû û diyaloga di navbera aliyên Şîî de nîşan dide ku pîlana Tirkiye êdî weke berê di rewacê de nîne û dibe ku tk biçe.

NAVENDA NÛÇEYAN