Sedema xwekuştina penaberan eşkere bikin

Nûçeyên Jin

Şemî 9 Çile 2021 - 01:37

  • Di nava 3 rojan de di wargehên penaberên Êzîdî yên li Dihokê de 3 jinên ciwan dawî li jiyana xwe anîn. 

Di nava 3 rojan de di wargehên penaberên Êzîdî yên li Dihokê de 3 jinên ciwan dawî li jiyana xwe anîn. Lê sedema wê nayê eşkerekirin. Malbatên di nava wargehên penaberan de diyardikin ku tevî hêzên ewlekariyê bûyerê lêkolîn dikin, lê sedema xwekuştinê nayê eşkerekirin.

Xelkê Êzîdî di wargehên di bin serweriya PDK’ê de di rewşeke xirab de dimînin, di rojên dawî de xwekuştinên di nava wargehê de zêde dibin. Tenê di nava 3 rojan de 3 jinên ciwan li kampên Dihokê yên dawî li jiyana xwe anîn. Bûyerên xwekuştinê her ku diçe zêde dibin.

Li gorî agahiyên ji xelkê di nava kampên penaberan de hatine girtin, di hemû bûyeran de hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê amade dibin û dest bi lêkolînê dikin. Lê balkêş e ku heya niha sedema ti xwekuştinek nehatiye eşkere kirin û tenê weke bûyereke ji rêzê ye, lê tê temaşekirin.

Gelek welatî dibêjin, sedem şertên nava kampan in. Ew dibêjin, dûrbûna ji Şengal û jiyana penaberiyê ji sedemên xwekuştina jinan in. Li gorî welatiyê bi navê B.Ş sedemeke din jî bikaranîna medya civakî ye, keç û xortên bi hev re diaxivin, wêneyan ji hevre dişînin û li hemberî hev bi kar tînin: "Gefa belavkirina wêneyan li jinan dixwin, di nava civaka me de jin naxwazin pirsgirêka xwe bi kesê re parve bikin yan jî kes bizane."

Li gorî raporên rêxistinên navneteweyî bûyerên xwekuştinê yên di nava wargehên penaberan de, di sala 2020’an de zêdetir bûbûn û ev rêje her ku diçe zêde dibe.

ROJNEWS/DIHOK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.