Sedema hişbirê hikûmet e
Çarşem 26 Sibat 2025 - 03:15
Bi taybet dema dawî li Başûrê Kurdistanê bazirganiya madeyên hişbir û bikaranîna wê ya li nava civakê zêde bûye. Li gorî daneyên herî dawî li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 75 hezar kes madeyên hişbir bikar tine. Ji vê rêjeyê jî ji sedî 23 jinin. Germiyan jî yek ji van navçeyên ku demên dawî madeyên hişbir lê zêde bûye, xeteriyeke mezin li ser civakê kiriye. Li ser zêdebûn û bandora madeyên hişbir a li Germiyanê Çalakvanê Siyasî û Endamê Saziya Paw Amanc Mihemed û Çalakvan û Lêkolera Perwerdeya di Warê Çareserkirinê ya Kemkirina Madeyên Hişber de Rojna Mihemed ji Rojnewsê re axivîn.
Amanc Mihemed bal kişand ser zêdebûn û metirsiya madeya hişbir û got:“Halê hazir niha madeya hişbir li ser aramiya civakê tişta herî xetere. Xeteriya herî mezine li îdareya Germiyan û Raperîn. Ji ber ku Germiyan xeta sînor a di navbera Îran û Iraqê de ye. Em dibîni roj bi roj hejmara ciwanên me yên madeyên hişbir bikar tînin zêdetir dibe.” Amanc Mihemed bal kişand ser sedemê zêdebûna madeyên hişbir a li herêmê û got:“Nekontrolkirina xalên sînorî û xemsariya hikûmetê dibe sedema zêdebûna madeyên hişbir. Dîsa yek ji sedemê din nehişyarkirina civakê ya ji vê xeteriyê ye. Li aliyê din eger ku hikûmet ciwanan bêkar nehêle û ji bo wan derfetên kar peyda bike, ciwan nakeve rêyên şaş madeyê hişbir bikar naynin.”
Rola ragihandin medyayê
Çalakvan û Lêkolera Perwerdeya di Warê Çareserkirinê ya Kemkirina Madeyên Hişber Rojna Mihemed jî diyar kir ku divê sazî û pîvanên perwerdeyê civak bên hişyarkirin û got:“Ji bo ciwan hişyar bibin ji vê metirsiya dest avêtinê. Ji ber ku xwezayî ciwan li pey kêfxweşiyê ne, di vî temenî de nizanin ziyanê madeya hişbir çiqasin, piştre dizanin.” Rojna Mihemed anî ziman ku girtina dibistan û nedayîna dersan ya ji ber nebûna mûçe, bêparbûna xwendekar û zarokan yek ji sedemên esasî ne ku ciwan ji rê derbikevin û got:“Bêkariyê hiştiye ku ev made zêde bibe. Dîsa roleke xirab ya ragihandin û medyayên civakî heye, ev jî ziyanek mezin dide civakê. Ji ber ku ziyana wê digihêje me tevan. Ji ber ku jiyana ciwanan jiyana civakê ye. Ewên ku bi madeyên hişbir bazirganî dikin divê bên cezakirin û ciwanan ji bikaranîna madeyên hişber dûr bixin.”
ROJNEWS/GERMIYAN