• Sala 1993’an bi milyonan kesî piştgirî da PKK’ê. Gerîla li gelek qadan bû serdest. Li bajarên Kurdistanê her tim serhildan hebûn.

FIRAZ BARAN / DENDERLEEUW

Sala 1993’an bi milyonan kesî piştgirî da PKK’ê. Gerîla li gelek qadan bû serdest. Li bajarên Kurdistanê her tim serhildan hebûn. Dewleta Tirk li Bakûrê Kurdistanê her qels dibû. Qereqolên li gundan hildiweşiyan û arteşa dagirker diçû bajaran.

Bi saziyên weke Tîmên Taybet, Sîstema Cerdevaniyê û Walîtiya Herêmê ya Rewşa Awarte ku sala 1987’an ava kiribûn, dîsa rêxistinên weke JÎTEM’ê ku Kurdên sivîl qetil dikir, li hember gelê Kurdistanê bêçare man.

Piştî van bûyeran li Ewrûpayê dewletên ku dixwestin xwe nêzî Kurdan bikin, derketin holê. Li Elmanyayê raya giştî piştgiriyeke girîng da PKK'ê. Bi dehan Komeleyên Dostaniya Kurd û Elman ava bûn.

Di van komeleyan de behsa têkoşîna PKK’ê, bipêşxistina Kurdistanê dikirin û sûcên dewleta Tirk bi raya giştî re parve dikirin.

Elmanya û Fransa weke du endamên girîng ên Yekîtiya Ewrûpa û NATO’yê, nexwestin ku statukoya Rojhilata Navîn biguhere. Ji bo rizgarkirina dewleta Tirk civîn kirin.

Di dawiya sala 1993’yan de li dijî PKK’ê ku ji bo azadiya ax û gelê Kurdistanê têdikoşiya, stratejiyeke nû bi pêş xistin.

Fransa û Elmanyayê bi hincetên derew biryara qedexekirina PKK'ê dan.

Pêşî Fransayê qedexe kir

Pêşî Fransayê PKK qedexe kir. Biryara qedexekirinê di civîna Wezîran de hat girtin û bi telîmata Wezareta Karên Hundir 17’ê Mijdara 1993'yan danê sibê hat tetbîqkirin.

Wê rojê saet 06:00’an de li seranserê Fransayê bi ser 190 malên malbatên Kurd de girtin. 80 welatparêz û 6 xebatkar hatin binçavkirin. 12 komele û Komîteya Kurdistanê mohr kirin.

Zirarê dide hevalbendên me

Neh roj derbas bûn vê carê Elmanyayê ket nava tevgerê. 26'ê Mijdara 1993'yan Wezîrê Karê Hundir ê wê demê Manfred Kanther PKK bi biryara wezaretê qedexe kir. Di nava hincetan de xisûsa herî muhim, "PKK zirarê dide hevalbendên me" bû.

Federasyona bi navê FEYKA KURDISTAN û 29 komeleyên girêdayî wê, Kurdistan Komîte û Ajansa Nûçeyan a KURD-HA di heman rojê de bi hinceta biryarê hatibûn qedexekirin. Li 11 eyaletan polêsê Elman êrişî Kurdan û rêxistinên wan kir. 

40 hezar Kur deq kirine

Qedexe îro jî didome. Li gorî texmînan ji sala 1993’an û vir ve li Elmanyayê zêdetirî 10 hezar Kurd bi cezayê pere û girtîgehê hatine cezakirin. Kurdistanî ji ber sedemên siyasî li Elmanyayê ketin hepsê. Bedrettîn Kavak, Muzaffer Ayata û Dogan Ozşerik 3 sal, Duran Kalkan û Alî Haydar Kaytan 5 sal, Hasan Hayrî Guler û Alî Aktaş jî 16 salan di hepsê de man. Zêdetirî 200 welatparêzên Kurd jî ji 6 mehan heta 2 salan di hepsê de man.

Li gorî texmînên saziyên Kurdan dewleta Elman 40 hezar Kurd deq kirine. Yanî ew nikarin bibin memûr, li saziyên dewletê, banke û balafirgehan bixebitin.

Di 5’ê Îlona 2005’an de dewleta Elman yekane rojnameya rojane ya Kurdên li Ewrûpayê Ozgur Polîtakê qedexe kir û girt.

Sala 2019'an weşanxaneya Mezopotamya ku mezintirîn weşanxaneya kurdî ya cîhanê bû û Mîr Muzîk jî bi bniryara wezîrê karê hundir ê Elman hatin girtin.

Dewleta Elman piştgirîya hevkarê xwe dewleta Tirk didomîne. Kurdistanî û dostên wan ên Elman jî ji bo rakirina qedexeyê têdikoşin. Sibe jî ew bi xwepêşandaneke mezin a li Berlînê dixwazin ji hikûmeta nû re bibêjin, êdî bes e.