Sedem serhişkiya rejîma Şamê ye

Çarşem 30 Tebax 2023 - 00:33

EHMED EL ESAF / ANHA / REQA

Protestoyên gel ên dijî siyasetên rejîma Şamê li herêmên başûrê Sûriyeyê dewam dikin. Xwepêşandêr daxwaza çareserkirina aloziyê û başkirina rewşa aborî dikin.

Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Miwefeq El Ehmed têkildarî mijarê axivî û got: “Serhişkiya hikumeta Sûriyeyê û redkirina diyalogê hişt li gelek bajarên Sûriyeyê teqandin çêbibe.”

El Ehmed anî ziman ku bûyerên dawî yên li Siwêdayê û Tevgera 10`ê Tebaxê, berdewamiya “Şoreşa Rûmetê ya gelên Sûriyeyê” ye ku çirûska wê sala 2011`an li Derayê pê ket.

Banga nenavendîbûnê dikin

Miwefeq El Ehmed têkildarî daxwazên xwepêşandêran jî ev tişt gotin: “Ev daxwazên gelê di nava karesatê de dijî, îradeya sûriyeyiyan temsîl dikin. Dirûşmeyên ku banga nenavendîbûnê dikin hatin berzkirin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka aloziya Sûriyeyê û tevgera gel a li Bakurê Sûriyeyê ya 19`ê Tîrmehê de, banga nenavendîbûnê dike.”

El Ehmed bi bîr xist ku rewşa aborî sedemeke van protestoyan e, lê belê serhişkiya hikumeta Şamê, redkirina diyalogê û neqebûlkirina aliyê din jî sedemên vê teqandinê ne.

El Ehmed bal bire ser rola Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî tecrûbeyeke serkeftî li seranserê herêmê û got: “Me dît ku li gelek bajarên Sûriyeyê di xwepêşandanan de banga avakirina Rêveberiya Xweser hat kirin.”

Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Miwefeq El Ehmed anî ziman ku partiya wan diyaloga sûriyeyiyan rast dibîne û got:’’Çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi diyalogê pêkan e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.