Sedem bi tenê siyasî ye
Duşem 18 Îlon 2023 - 00:15
Derbarê nedayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hin ji mamostayên wanebêj ên Helebce ku ew jî beşek ji wan karmendan in ji axivîn.
Mamostayê wanebêj Nebez têkildarî krîza mûçeyane wiha got; “Proseya xwendinê li Herêma Kurdistanê bi vî şêweyî birêve naçe. Nedayîna mûçeyê karmendan ji bo mamostayan û hemû karmendên Herêma Kurdistanê pirsgirêkeke gelekî mezin e. Nebûna pereyê mûçe tenê têkiliya xwe bi rewşa siyasî ve heye û ti sedemek din tine ye.”
Mamosteyeke jin ya wanebêj ya bi navê Kelsûm Sebah jî diyar kir ku ji ber wernegirtina mûçe rewşa wan di aliyê madî de gelek xirab e û got;“Ew mûçeyê kêm ku dide me tenê 350 hezar dînar (230 dolar)’e û tenê têra hatin û çûyîna me ya dewamê dike. Hikûmet û rayedarên wê bi xwe têr in û agahiya wan ji xelkê birçî nîne.”
Bêrîka xwe dadigrin
Mamostayê binavê Jîwar Umer dibêje ku eger hikûmetek nekaribe mûçeyekê 400 hezar dînarî yê mamostayekê wanebêj bide ma êdî ew çi bendewarî ji wê hikûmetê bikin û got;“Bexda ji bo mûçe pere şandiye lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nade karmendên xwe. Ji ber ku têra berîka wan nake, ji ber wê mûçeyê karmendan û xelkê Herêma Kurdistanê nayê dayîn.”
Mamosteyekê din yê wanebêj yê bi navê Arî Tahir jî wiha dibêje; “Li Herêma Kurdistanê pirsgirêka nedayîna mûçeyê karmendan tenê pirsgirêkeke siyasî ye. Partiyên siyasî hemû sazî û dezgehên hikûmetê dagirkirine û dest danîne ser wan. Lewra qurbanê sereke yê vê yekê jî karmend û mamostayên wanebêj in.”
Li Herêma Kurdistanê 32 hezar mamostayên wanebêj hene. Beşek ji wan nêzîkî 10 salan in li dibistan û xwendingehan waneyan didin lê heta niha jî hikûmeta ew weke mamosteyên hertimî wernegirtine.
ROJNEWS/HERÊM QADIR