Sed sal in Kurdan înkar dikin

Pêncşem 31 Tebax 2023 - 00:05

BAZÎD EVREN / MA / AMED

Wezîrê Tendûristiyê Fahrettîn Koca di 27 Tebaxê de ragihandibû ku li ser e-reçetem’ê zimanê erebî, fransî, rûsî, almanî û îngilîzî zêde kirine. Piştî vê daxuyaniyê rayagiştî ya kurdî, sazî û dezgehên kurd û rewşenbîran nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan. Li dijî vê kiryarê Hevserokê Sendiqeya Kedkarên Tendûristiyê (SES) Şiyar Guldîken û Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Remzî Azîzoglû nerazîbûnên xwe anîn ziman. 

Ji vê şaşiyê vegerin

Guldîken da zanîn ku e-reçetem, pergala dermanan e ji aliyê bijîşkan ve tê nivîsandin e û berê li ser kaxizê dihat nivîsandin, lê bi pêşketina teknolojiyê re niha nivîsandina dermanan ketiye ser medyaya dîjîtal. Guldîken destnîşan kir ku e-reçetem ji bo hêsankirina gihiştina daneyan hatiye çêkirin û her kes dikare bi rêya înternetê bigihije van daneyan. Guldîken anî ziman ku wezîrê tendûristiyê jî ragihand ku e-reçetm êdî bi 5 zimanan e, lê di nava van zimanan de kurdî tune ye. Guldîken, wiha berdewam kir: “Ev sed sal in tunehesibandina kurdan heye. Bi vê nêzikbûne dîsa me bi hev re ev tunehesibandin dît. Li vî welatî herî kêm 25 milyon kurd hene û nîvê wan jî li malên xwe, kolanan kurdî diaxivin. Dema diçin nexweşxaneyan jî dixwazin bi kurdî biaxivin, xwe îfade bikin û dermanê xwe jî bi vî awayî bibînin. Nedîtin û tunehesibandina kurdan di vir de jî derket holê. Dema ku yek bi zimanê îngilîzî bixwaze dê bi rihetî bikare lê binêre. Lê yeke/î kurd nikare mixabin.” 

Guldîken got ku gava SES hatiye avakirin, mafê xizmet û gihiştina tendûristiyê ya bi zimanê dayikê hatiye destnîşan kirin. Guldîken anî ziman ku ew SES’ê vê kiryarê şermezar dikin û diyar kir ku divê tavilê dest ji vê şaşiyê bê berdan. 

Kurdî têra hertiştî dike

Hevserokê MED-DER'ê Remzî Azîzoglû jî bal bire ser polîtîkayên dewletê yên li dijî Kurdî û destnîşan kir ku bi milyonan Kurd hene lê dîsa jî zimanê kurdî li e-reçetemê nehatiye zêdekirin. Azîzoglû anî ziman ku ev polîtîka ji avabûna komarê ve hatiye û kurdan nasnakin, weke hemwelatî qebûl nakin: “Li vî welatî ne pêkan e ku pirsgirêk dernekevin, alozî dernekevin. Kurdan nasnakin, lewma zimanê wan jî bi cih nake. Heke dewlet demokrat be, wê gelê kurd jî nas bike, zimanê wan jî û wê hewl bide xizmeteke baştir ji bo hemwelatiyên xwe bike.”

 Azîzoglû diyar kir ku zimanê Kurdî di li cîhanê di warê zimanên dewlemend de di rêza 9’emîn de ye û têrî her tiştî dike. Azîzoglû destnîşan kir ku bi salan e Kurdî rû bi rûyê qedexe û polîtîkayên bişaftinê dibe û wiha got:“Ji ber van tiştan gel hinek têgeh ji bîr kirine û rastiyê bişaftinê hatine. Tên axaftina gel dinêrin û dibêjin ‘Kurdî têrî çi tiştî nake.’ Çawa têrî nake? Kurdî ji tirkî dewlementir e û zimanê şarezayiyê ye. Zanîngehên Kurdan hene, li başûr heye, li rojava hatine avakirin û destûr bidin wê li vir jî çêbibe. Kurdî, têrî zanistê, felsefeyê, wêjeyê jî dike. Dewletê, ji avabûna komarê ve heta niha hişmendiya xwe neguhertiye. Em tiştekî ji dewletê naxwazin, ji ber ku vê dewletê kesayetiya Kurd qebûl nekiriye, zimanê wî jî qebûl nake. Banga me ji gelê me re ye, bila gelê me xwedî li zimanê xwe derbikeve. Zimanê te hebûna te ye, zimanê te kesayetiya te ye û heke zimanê te nebe tu ne kesî jî. Heke tu ne kes bî, tu di civakê de nikarî cihekî rûmet jî bigirî.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.