Sed filmên herî baş

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 19 Tebax 2020 - 23:59

  • Malpera nûçeyan a ku xwe weke alternatîfeke nûçeyên objektîf dide nasîn û nûçeyên xwe disipêre daneyên ji nûçeyên "fake (qelp)" şûştî, lîsteya 100 filmên navneteweyî yên herî baş ji destpêka hunerê sînemayê ve weşand.Di lîsteyê de Kusî dikarin bifirin jî heye.

Malpera nûçeyan a ku xwe weke alternatîfeke nûçeyên objektîf dide nasîn û nûçeyên xwe disipêre daneyên ji nûçeyên "fake (qelp)" şûştî, lîsteya 100 filmên navneteweyî yên herî baş ji destpêka hunerê sînemayê ve weşand. Di vê lîsteyê de filmeke hunermendekî Kurd jî heye. Di serê lîsteyê de filma ji bîr naçe ya Heft Samurayan a sala 1954´an heye ku Akira Kurosawa di nava 207 deqîqeyan de reş û spî çîroka wan gotiye. Hema piştî wê filmê jî, filma Bong Joon-ho ya bi navê Parasite (2019) tê ku par xelata filmê herî baş a Socarê wergirt. Filma derhînerê anîmasyonan Hayao Muyazakî ya bi navê Rûh jê bir (Sprited Away) a sala 2001´ê di rêza sisiyan de ye. Filma Krzysztof Kieslowski ya di sêbera Sê Rengan de ya "Sor" e, di heman lîsteyê de di rêza çaran de ye. Di lîsteyê de filmên derhênerên navdar ên weke Bernardo Bertolucci, Isao Takahata, Esxar Ferhadî, Sergio Leone, Céline Sciamma, Federico Fellini, Edward Yang, Marjane Satrapi, Hirokazu Koreeda, acques Audiard jî hene.
Di heman lîsteyê de filmeke bi Kurdî jî heye; filma "Kusî dikarin bifirin" a Behmend Qobadî ya di rêza 81´ê de heye. Ji bo filmê hatiye gotin, "Kusî Dikarin Bifirin, li wargeheke penaberan a Kurdan e li ser sînorê Iraq û Tirkiyeyê, hema beriya dagirkirina Iraqê bi destê Emerîkayê. Nivîskar û derhêner Behmen Qobadî stîleke hişk a realîst bi kar tîne da ku temaşekeran bikişîne nav jiyana zarokên li kampê, aktorên ne profesyonel jî dike ku hewaya filmê bibe yeke ji dehma ve nêzîkî azar û kesera jiyana nêzîkî erdên mayînkirî."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.