Ji ezmanan dîmenên sê golên li cem hev û her yekî bi rengekî din e. Yek ji van zer, yek şîn û yek jî kesk xuya dike. Tenê yek ji van golan xira nebûye û weke xwe ye. Yek ji bi serî ve ax û heriye, yeka din jî ji ber ku tijî kevzê ye herimî ye.
Ev wêne NASA’yê parvekiriye û ev gol jî li Beriya Mezin a Etiyopyayê ne. Her sê gol jî beriya ku ava wan kêm bibe, beşên heman golê bûne.
Gola heşîn Gola Şala ye, ya kesk Gola Abîcatta te û ya zer jî Gola Langano ye. Wêne ji satelîta Landsat 8´ê hatiye girtin.
Sedema heşîniya Gola Şala ew e ku ji golan ya herî kûr û herî mezin e. Di heman demê de çavkaniyên sulfurê dikin ku gol alkalîn be. Ev jî nahêle ku kevzê ser ava wê bigire.
NAVENDA NÛÇEYAN
Wêne: Joshua Stevens/Landsat 8/NASA Earth Observatory)