Schweiger: Em bi Gelê Kurd re ne

Sêşem 22 Tîrmeh 2025 - 03:42

Berdevkê federal ê Partiya Komunîst a Awûstûryayê Tobias Schweiger destnîşan kir ku di çarçoveya vê rewşa dîrokî de avêtina gava aştiyê xwedî wateyeke gelekî mezin e û got, “Ji ber vê yekê em bi gelê Kurd re ne. Divê hikumetên Tirkiye, Sûriye û Iraq bersivê bide vê gavê.”

Ji berdevkên federal ên Partiya Komunîst a Awûstûryayê (KPO) Tobias Schweiger li ser gava 11’ê Tîrmehê ya Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê ku li ser banga Aştî û Civaka Demorkatîk a Rêber Apo hate avêtin,  axivî û anî ziman ku ev gava Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji bo aştiyê xwedî wateyeke mezin e. Schweiger destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî jî piştgiriyê bide vê gavê û ji bo pêvajo veguhere aştiyê banga piştevaniyê kir.

Em bi Gelê Kurd re ne

Schweiger got, “Em piştgiriyê didin hewldana PKK’ê ya ji bo danîna çekan. Ev yek ji bo pêvajoyeke berfireh a aştiyê gaveke girîng e. Bi taybetî dixwazim destnîşan bikim ku Tevgera Kurd bi fedakariyeke mezin ev gav avêtiye.”

Schweiger bi bîr xist ku li Tirkiyeyê û welatên derdor li ser gelê Kurd zexteke giran tê kirin û destnîşan kir ku di çarçoveya vê rewşa dîrokî de avêtina gava aştiyê xwedî wateyeke gelekî mezin e û got, “Ji ber vê yekê em bi Gelê Kurd re ne. Divê hikumetên Tirkiye, Sûriye û Iraq bersivê bide vê gavê.”

Bêdengî zextê mezin dike

Schweiger anî ziman ku hîn jî zexta siyasî li ser civaka Kurd heye, mafên wan ên xwerêveberiya demokratî nayên naskirin û destnîşan kir ku raya giştî ya navneteweyî nabe ku li pêşberî vê yekê bêdeng bimîne, ev bêdengî polîtîkayên zextê hîn mezin dike.

Zexta navneteweyî divê

Schweiger got, “Gelekî girîng e ku di asta navneteweyî de zext li rejîma li Enqereyê û hikumetên li Sûriye û Iraqê bê kirin. Tevgera Azadiyê ya Kurd destê aştiyê dirêj kir. Divê ev bang bê naskirin û piştgirî jê re bê dayin. Tenê bi vî rengî ev gav ji bo herêmê dikare veguhere aştiyeke mayinde. Di heman demê de divê mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Kurd bikeve rojevê.”

ANF/VIYANA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.