'Nobeta Azadiyê' ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi koma ji bajarê Elmanyayê Giessenê dewam dike. 

Nobet li bajarê Fransayê Strasbourgê di hefteya 482'an de ye.

Di nava koma vê hefteyê de Şerîf Hezex, Esta Serhat, Xebat Mardîn û Mecît Botan hene.

Şerîf Hezex li ser navê komê got, armanca wan misogerkirina azadiya Ocalan e, heta ku Ocalan azad bibe gelê Kurd wê çalakiyên xwe dewam bike.

Hezex anî ziman ku sûcên dewleta Tirk di şexsê Ocalan de li dijî gelê Kurd, sûcên li dijî mirovahiyê ne. Wî bi bîr xist ku Konseya Ewrûpayê li dijî van sûcan hîna gav neavêtine: "Hevparên sûcê astengkirina hevdîtinên Rêberê me bi parêzer û malbata xwe re, saziyên Ewrûpayê ne. Ev sazî pîvanên demokrasiyê û mîsyona mafên mirovan ku ji xwe re dikin esas, bi cih naînin." 

STRASBOURG