Şaredara Parîsê çû cem Kurdan

Duşem 2 Çile 2023 - 00:15

Şaredara bajarê mezin ê Parîsê, Anne Hidalgo çû serdana Navenda Çanda Ahmet Kaya û got, “Em dixwazin tiştek wisa ji bo hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane bikin da ku timî di bîran de bijîn. Em dixwazin keda Kurdên ku ji bo me şer kirine, bê naskirin.”

Bi Anne Hidalgo re, şaredara Herêma 10’an a Parîsê Alexandra Cordebard û şandeyeke ji endamên meclîsa van şaredariyan, çûn serdana Navenda Çanda Ahmet Kaya ya ku lê Komkujiya Parîsê ya 2’yan lê qewimî.

Şaredara Parîsê Anne Hidalgo sersaxî ji malbatên şehîdan û miletê Kurd re xwest û ev peyam da: “Êşa we êşa me ye. Em bi we re ne, ji we hez dikin û li we xwedî derdikevin. Ez weke Şaredara Parîsê, dizanim ku cesareta Kurdan û berxwedana wan ji bo me gelekî giring e. Jin û mêrên Kurd li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Em dizanin ku DAIŞ’ê li Parîsê gef li me xwar. Kurd aştî, yekîtî û azadiyê diparêzin. Nirxên ku ew diparêzin, nirxênme ne. Komkujiya ku qewimî ye, nayê qebûlkirin. Weke delegasyona Parîsê ji bo pêkanîna edaletê, em ê tişta ji destê me tê, bikin. Em dixwazin ji bo hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane, tiştekî wisa bikin ku timî di bîran de bijîn. Em dixwazin keda Kurdan, bê naskirin.”

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.