- Belgefilma li ser jiyana Sakine Cansiz “Sara: Jiyana min her şer bû” sêşema bê (sibe) wê li Brukselê bê nîşandan.
Belgefilma li ser jiyana Sakine Cansiz “Sara: Jiyana min her şer bû” sêşema bê (sibe) wê li Brukselê bê nîşandan. Bi organîzasyona Tevgera Jinên Kurd li Belçîkayê film wê li hola komeleya hunermend û aktoran DK´yê saet 19:30´î bê nîşandan.
Belgefilm behsa jiyana yekê ji damezirênerên PKK´ê Sakine Cansiz dike ku di êrişa îstîxbarata Tirk de tevî du jinên din ên şoreşger ên Kurd, Fîdan û Leyla 9´ê Çileyê 2013´an li paytexta Fransayê Parîsê şehîd bûbû. Hersê şoreşger wê 8´ê Çileyê 2022´yan li Parîsê bên bibîranîn û komkujî, qatil û helwêsta dadgehnekirina qatilan a dewleta Fransayê jî rûreş bikin.
BRUKSEL