- Gerîlayên azadiya Kurdistanê di çalakiyên xwe yên dawiyê de 6 leşkerên din ên dagirker ceza kirin, 3 jî birîndar kirin.
Gerîlayên azadiya Kurdistanê di çalakiyên xwe yên dawiyê de 6 leşkerên din ên dagirker ceza kirin, 3 jî birîndar kirin. Derb li helîkoptereke êrişê û droneyekê xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li dijî êrîşên giran bi fedakariyeke bilind û ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe didin, û di çalakiyên hêzên me yên bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger de 6 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn, derb li helîkoptereke êrişê û droneyekê hatin xistin. Artêşa Tirk a dagirker jî 17 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 25 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi tankan bombe kir.”
HPG´ê kite bi kite behsa çalakiyên gerîlayan kir:
Li Zê (Zapê)
15'ê Tebaxê saet di 08:10'an li Qada Berxwedanê ya Saca, tîmên me yên bi tevger ên bi tevgera droneyan hesiyan, bi çekên ferdî lê dan. Piştî destwerdana hêzên me, drone neçar man ji qadê biçin.
15'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Çemço, dagirkerên di nava liv û tevgerê de bûn ketin bin kontrola hêzên me. Tîmên me yên bi tevger saet di 08:20’an de ji du baskan ve bi çekên giran li dagirkeran dan û herî kêm 3 dagirker ceza kirin. Piştî vê çalakiyê hevrêyên me dest li droneyan werdan û drone ji deverê kirin der.
Li Metînayê
14'ê Tebaxê saet di navbera 20:00-21:00 de helîkopterên êrişê hewl dan bombeyan li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bibarînin. Tîmên me yên bi tevger bi xurtî dest li helîkopterên êrişê werda û derb li helîkoptereke êrişê xistin.
15'ê Tebaxê saet di 10:00 de li qada Girê Koordîne ya Metînayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
15'ê Tebaxê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hêzên me derb li droneyekê xistin.
Heman demê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê jî bi sekvaniyê li wî dagirkerî xistin ku ev drone bi kar dianî û dagirker ceza kirin.
15'ê Tebaxê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
16'ê Tebaxê saet di 05:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên li qadên Girê Şehîd Gelhat û Girê Şehîd Pîrdoxan hate xistin.
Li Xerza
14'ê Tîrmehê li qada Nizarê Azê yê navçeya Xîzanê ya Bedlîsê di operasyona dijmin de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de 2 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.
Hevrêya me Sara di vî şerî de heta nefesa we ya dawî bi fedaîtî şer kir, ji bo dîl nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe de teqand û şehîd bû. Hevrêya me Sara rastiya Egîdbûnê ya jinên Kurd ên azad û ruhê fedaî yê teslîmnebûnê yê Bêrîtanan temsîl kir. Em soz didin ku wezîfeyên şoreşgerî yên radestî me kirine, bi ser bixînin û têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin.
Nasnameya şehîdê weke li jêr e:
* Sara Xebat (Leyla Yildizgorer) a li Şirnexê ji dayik bûye, keça Azîme û Mustafa, 14'ê Tîrmeha 2022´yan li Xerza şehîd bû.
BEHDÎNAN