Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li herêma Zapê hêzên wan dagirkerek kuştiye. Gerîlayan li Xakurkê jî bi çekên giran li çeperên dagirkeran xistiye. 

HPG’ê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çalakiyên gerîla daxuyaniyek da û got, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêmên Xakurkê û Zapê;18’ê Tebaxê saet di 15:30’î de hêzên me li herêma Xakurkê bi çekên giran li çeperên dagirkeran ên li ser Girê Şehîd Şahan xist. Gerîlayan serketî li çeperên diyarkirî xist.

21’ê Tebaxê saet di 20:30’î de li herêma Zapê li dijî dagirkerên li qada Cîlo yê Piçûk bi rêbaza sûîqestê çalakî hate kirin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Li herêma Avaşînê, qadên berxwedanê yên Girê Sor û Werxelê; 22’ê Tebaxê, artêşa Tirk a dagirker piştî ku bombe li devera Girê Sor barand, xwest ber bi devera berxwedanê ve bê. Bi destwerdana berxwedêrên Girê Sor, dagirker bê encam man û neçar vekişiyan.

22’ê Tebaxê saet di 13:00´an de û 23’ê Tebaxê serê sibehê artêşa Tirk a dagirker qada berxwedanê ya Werxelê ji qereqolên li ser sînor bi çekên giran bombe kir.

22’ê Tebaxê saet di navbera 23:40-01:30’î de qada berxwedanê ya Werxelê 5 caran bi teqemeniyan ji aliyê dagirkeran ve hate bombekirin. Dagikeran hewl da piştî vê bombardûmanê bi pêş ve biçin. Berxwedêrên Werxelê ev hewldana dagirkeran têk bir.

22’ê Tebaxê saet di 18:40’î de li herêma Metînayê quntarê Girê Çarçelê bi balafirên şer hate bombekirin.

22’ê Tebaxê saet di navbera 21:00-22:30’î de li herêma Zapê qadên Tîpa T û Girê Şehîd Sîmko bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.”

BEHDÎNAN