Şanoya ‘Na ji madeyên hişbir re’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 8 Mijdar 2021 - 22:30

  • Komîteya Çand û Huner a Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê, li bajarokê Kesra şanoyek bi navê "Na ji madeyên hişbir re" pêşkêş kir.

Komîteya Çand û Huner a Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê, li bajarokê Kesra şanoyek bi navê "Na ji madeyên hişbir re" pêşkêş kir.

Şano li navenda Çand û Huner a Bajarokê Kesra yê gundewarê rojavayê Dêra Zorê bi beşdariya bi dehan nûnerên meclîsan yên sivîl û herêmê, û malbatên herêmê hate pêşandan.

Endamê Komîteya Çand û Huner, Ebd El-Salih piştî pêşandana şanoyê got, "Armanca me bi vê şanoyê, hişyarkirina civakê di biwara madeyên hişbir de bû, da ku zirara van madeyan nas bike û zanibe dê çawa derman bike.“

Derhênerê şanoyê Ebûd El-Eran jî got, madeyên hişbir civakan xerab dikin û armanca wan bi vê şanoyê hişyarkirina ciwanan e. El-Eran bal bire ser zirarên madeyên hişbir ên li ser asta ferdî û komî, û wiha axivî: "Divê ciwanên me hişyar bin û dûrî madeyên hişbir bin ji ber ku rêyeke xirab e û ji laş re jî jehreke qatil e."

ANHA/DÊRA ZOR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.