Şanogerên piçûk ên siberojê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 3 Îlon 2024 - 00:59

Komeke nû ya zarokên şanoyê piştî perwerdeyên xwe bi dawî kirin, ji Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo derçû. Di merasîma derçûnê de bi dehan zarok, xwediyên zarokên derçûyî û hezkirên şanoyê yên Qamişlo beşdar bûn.

Şanoger û rêveberê perwerdeya zarokan a koma şanoyê ya Şehîd Osman, Dilcan Oso got: "Derçûna van şanogerên biçûk ji bo avakirina nifşekî nû ya şanogeran gaveke baş e. Sehneyên herêmê jî dê bi hunera wan dewlemendtir bibin."

Oso diyar kir ku li kêlek top, êriş û şer dîsa jî ew ê perwerdekirina zarokan li ser huher û şanoyê bidomînin. Oso got piştî salekê ji perwerdeya li ser şanogeriyê 10 zarok, derçûn. Zarokan şanoyek bi navê "Xwendin" pêşkêş kir.  Nivîskarê şanoyê Nûredîn Haşimî, amadekirina wê Ebdulcabir Hebîb û derhêneriya wê Dilcan Oso ye.

Şano li ser girîngiya xwendin û fêrkirina zarokan bû û gelekî bala beşdaran bi taybetî jî ya zarokan kişand. Di dawiyê de bawername li zarokan hatin belavkirin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.