Şanogerên piçûk ên Amûdî

Nûçeyên Çand/Huner

În 27 Îlon 2024 - 00:23

Navenda Çand û Hunerê ya Amûdê perwerdeya şanoyê ji bo zarokan vekir. Ji nêzî 20 rojan ve perwerdeyê li Navenda Çand û Hunerê ya Amûdê dest pê kiriye. 10 zarokên ji 5 saliyê heta 14 saliyê beşdarî perwerdeyê bûne.

Di perwerdeyê de heftane 3 ders tên dayîn, her dersek jî saetek û nîv e. Mamosteyê pispor ê ku dersan dide jî Dilovan Kêfo ye. Zarok li ser şanoya "Melîket El Nezafe Wel Qazûrat" a Dilovan Kêfo perwerde dibin. Ev jî şanoyeke zarokan a li ser girîngiya paqijiyê ye.

Dilovan Kêfo destnîşan kir ku girîng e ku zarok li navendê kom bibin û fêrî şanogeriyê bibin, ji ber ku ev behreyên wan ên hunerî û civakî bi pêş dixe. Kêfo da zanîn ku armanc ji vê perwerdeyê pênasekirina hunera şanoyê û girîngiya wê ji bo zarokan e û got: "Di serî de zarok hinek zehmetiyan dibînin, ew jî ji ber temenê wan ê biçûk e.”

Li kêleka perwerdeya şanogeriyê, zarok stran û çîrokan ji hev re dibêjin. Kêfo diyar kir ku ew şanoya ku zarok li ser perwerde dibin ê li dibistanan jî ji bo zarokan were pêşkêşkirin ku ev jî ji zarokên perwerdekirî re dibe tecrubeyek.

Zaroka bi navê Sema El Rawî ku di perwerdeyê de beşdar e, hezkirina xwe ji şanogeriyê re anî ziman û got: "Pêwîst e her kes paqijiya civakê biparêze." Nehawend El Rawî bang li tevahî zarokan kir ku li şanoya wan temaşe bikin û ji bo pêşxistina behreyên xwe yên hunerî berê xwe bidin Navenda Çand û Hunerê.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.