- Lîstika şanoyê Mûnsiyet (Jibîrkirin), di çarçoveya çalakiyên Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Şideta li dijî Jinan de hate nîşandan.
Rêveberiya giştî ya dibistanên kantona Hesekê, piştî pêşandana şanoya bi navê Mûnsiyet a di çarçoveya çalakiyên têkoşîna li dijî şideta li dijî jinan de, Koma Şanoyê ya Celadet Bedirxan û mamosteyên jin ên navçeyên kantonê xelat kirin.
Lîstika şanoyê Mûnsiyet (Jibîrkirin), di çarçoveya çalakiyên Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Şideta li dijî Jinan de hate nîşandan. Şano li Hola Serdem a navçeya El-Mûşeyrefê hate lîstin. Endamên rêveberiya giştî, bi dehan endamên saziyên sivîl ên bajêr û bi dehan mamosteyên navçeyên kantonê lê temaşe kir.
Berdevka Komîteya Çalakiyan a Rêveberiya Giştî ya kantona Hesekê, Nisrîn Mejdal got, armanca wan bi van çalakiyan, rizgarkirina civakê ji zêhniyeta baviksalar e.
Di dawiyê de, Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Kantona Hesekê, endamên Koma Şanoyê ya Celadet Bedirxan û mamosteyên Şedadê, Zirgan û Dirbêsiyê xelat kirin.
ANHA/HESEKÊ