- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şanoger Abdurehman Kara di nava penaberiyê dest bi karê şanoyê kiriye û bi kedeke mezin a şanogeriyê heta îro karê xwe dewam dike.
WEYSÎ TALLÎ / ANF /MEXMÛR
Çîroka Şanoger Abdurehman Kara yê li wargeha penaberan a Mexmûrê yê ku ji gundê Hilalê salên 90’î ji ber zor û zilma dewleta Tirk a dagirker penaber bûyî, bi serê xwe mijara şano û filmeke trajî-komîk e.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şanoger Abdurehman Kara di nava penaberiyê dest bi karê şanoyê kiriye û bi kedeke mezin a şanogeriyê heta îro karê xwe dewam dike.
Şanoger Abdurehman Kara ji gundê Hîlalê yê ser bi Qilabana Şirnexê ye. Di salên 90’î de gundê ji ber ku dewleta Tirk bi zilm û zordara xwe çetetî û xwefiroşî li ser xelkê gund ferz kir, ew jî weke gelekan penaberî Başûrê Kurdistanê bûye.
Kara wiha behsa destpêka karê xwe yê şanoyê kir: “Dema min li gund dibistan dixwend, li dibistanê komên şano, muzîk û govendê hebûn. Mamoste got, tu jî li nava koma şanoyê de cihê xwe bigire, bi wî rengî min cihê xwe girt di lîstikeke li ser ‘Tirkiye-Yewnan’ de. Rola min jî yekî Yewnan bû.”
Ji ber zilm û zora dewleta Tirk a dagirker ew penaberî Başûrê Kurdistanê dibe. Sala 1995’an di şertên penaberiyê de Saziya Çand û Huner hatiye avakirin û sala 1996’an wî jî cihê xwe di nav karên wê de girtiye. Ew wiha behsa wê demê dike: “Wê demê armana esasî ew bû ku moral û hêzê bide gel. Ji ber ku bi pisporî nebû, çi bû ji ber xwe û xulqîner bû. Me bûyer bi kurteşano û skêçan nîşan didan. Bi şanoyên xwe me serketina gerîla û gel, û dîsa binketina dijmin radixist ber çavan. Me di rojên pîroz û taybet ên partiyê de kurteskêç û şano çêdikirin.”
Bi megafonan û qepalên kevin
Şanoger Kara dev ji karê xwe yê huner berneda: “Her kamp û cihê em lê penaber bûn, hemû hevalên xebata Çand û Huner ku ji wan re Koma Penaber dihat gotin, kom dibûn. Me senaryo amade dikirin. Mijara kostum jî girîng bû, me ew yek bi cilûbergên kevin û dîsa cilên leşkerî yên qetiyayî bi kotekî peyda kirî, rola leşker dikir. Me bi rengekî xuliqkar kostumên xwe ji tiştên kevin ku qet mirov hêvî nake tiştek jê çêbibe, çêdikirin. Mijara deng jî me bi megafonan hal dikir. Ji ber vê rewşa me ya ecemî, ji nava şanoyê jî şano derdiket. Gel bi vê rewşê pirr kêfxweş dibû û kela canê xelkê radibû. Gel bi çavekî pirr mezin li me dinêrî, weke ku şanogerên bi salan kar kirîn û pispor, li me dinihêrî. Pirr rêz ji me re digirt. Me jî ewqasî rêz ji wan re digirt.”
Bi tena serê xwe li ser dikê
Abdurehman Kara got, her çûye, wî xwe bi pêş xistiye: “Civakê destpêkê weke çalakî û pêkenînê li me nihêrî, lê her ku çû, me xwest şanoya xwe veguherînin rengekî îdeolojîk. Me xwest îdeolojiya xwe bi rengê şanoyê bigihînin gel. Me bi şanoyên xwe raman û fikra îdeolojiya partiyê nîşanî gel da. Bi şanoyê me xwest hem îdeolojî û hem jî xebatên rêxistinê, di heman demê de êş û azarên Kurdan ên hezar salan, şaştiyên Kurdan nîşan bidin, hem gel perwerde bikin, hem jî rastiya heyî nîşanî gel bidin.”
Ew girîngiya çandê ji bo nasnameyê jî wiha dinirxîne: “Li rex şoreşê me hewl da çanda xwe dewam bikin. Ji ber ku em li ser wê çandê mezin bûne, ji bo winda nebin. Çand nasnameya me ye. Nasnameya me zimanê me ye. Heger em çanda xwe ji dest bidin, em ê zimanê xwe winda bikin, ji kurdbûnê dûr bikevin.”
Civak dibistana mezin e
Di gelek çalakî û rojên taybet de Şanoger Abdurehman Kara bi tena serê xwe derdikeve ser dikê û dilîze: “Karakterê min zêdetir li pêkenokan tê. Carna ez tenê derdikevin ser dikê, kêmasiyek û şaştiyeke civakê, yan jî serketineke wê, bi rengê komedî tînim ziman.
Hinekî kêfa wan jî ji min re tê. Têkiliyeke baş a min û gel heye, ji bo her şanoya ku tê de dilîzim, li fikra xelkê dipirsim û ji bo baştir vê nîşan bidim, dikevim nava hewldanan. Divê civak xwe di şanoyê de bibîne. Bibe parek ji şanoyê. Dema nebû parçeyek ji wê, şano nagihîje armanca xwe.”
Kara anî ziman ku kar û xebata wan li ser xuliqkariyê ye: “Dibistana me ya herî mezin civaka me ye. Xweşî û nexweşî, çalakî û rewşa civakê mijarên me yên şanoyê derdixin holê, fikra kar ji bo me derdixe holê. Civak mamosteyê me ye.”
Şanoger Abdurehman Kara bal bire ser astengî û rêgiriya PDK’ê ya li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê û got: “Rêgirî û dorpêça PDK’ê ya li ser wargehê çawa ji bo hemû saziyên din û gel astengî ye, ji bo xebatên me jî astengiyeke mezin e. Em nikarin huner û şanoyên xwe pêşkêşî birayên xwe yên Başûrê Kurdistanê bikin.
Hêviya min ew e ku PDK dev ji siyaseta alîgiriya dijminê Kurdan, Tirkiye dûr bikeve, vegere ser yekrêziya Kurdayetiyê.”
Perwerdekirina nifşê nû
Herî dawî Abdurehman Kara xwest humermend û her kesê bi karê hunerê dadikeve, bi israr karê huner bike û vî karî veguhêzîne nifşên nû: “Divê hunermendên Kurd bi israr û rêbazên herî baş çand, zimanê Kurdî veguhêzînin nifşên nû. Çand û kevneşopiyê nîşanî ciwanan bidin. Nifşên nû, berê wan zêdetir li derve ye, ji bo nekevin xefk û davên dijmin û dîsa çanda xwe veguhêzin, karekî baş û bi israr divê bê kirin, encamek baş jê wê bê girtin.”