Şano bi xêr tê Reqayê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 7 Mijdar 2020 - 01:04

  • Piştî tariya desthilata DAIŞ'ê û çeteyên din, şano û huner li bajêr vedigerin. Navenda Çand û Huner a bajêr ji bo misogerkirina siberoja şanoyê nexasim jî zarokan perwerde dike û mihrîcanê amade dike.

Piştî navbereke ji ber şer û dagirkeriya DIAŞ´ê, şano li Reqayê vedigere. Navenda Çanda Huner, nexasim bi dewreyên perdewerkirina zarokan di warê şanoyê de şanoyê li bajêr vedigerîne.
Bi keda hunermendê nemir Hemod Setam, şano sala 1958´an li Reqayê hatiye avakirin. Li ser dikê gelek şano ji berhemên nivîskarên Reqayê hatin nîşandan, di serî de jî nivîskar Abduselam Ucêlî. Piştre jî kluba huner hat avakirin û tê de gelek hunermendên şanogeriyê amade bûn. Her wiha di destpêka salên 70’î de geşbûna rastîn a şanoyê li Reqayê çêbû. Dûvre gelek komên şanogerî li Reqayê hatin avakirin. Komên Yekitiya Karker û Yekitiya Pîşesazan, her wiha koma Navenda Reqa ya Çandê ya bi navê koma Behreyên Şanoyê ji van koman bûn.
Bi destpêka salên 80’î, tevgera şanoyê li Reqayê bi derketina hin hunermendên mîna Abdurezaq Ebû Heyv, Mihemed Şêx û Telal Şahîn gelekî bi pêş ket. Lê belê hingê di şanoyê de jin nebûn. Sedema vê kevneşopiyên eşîrtiyê yên li Reqayê bûn. Hin hunmermendan hingê rola jinan di gelek şanoyan de kir. Ji şanogerên navdar ên hingê li Reqayê mirov dikare navê Mehmûd Îbrahîm Xidir, Abdulxefûr Ucêlî, Taha Nasir û Hemod Setaf bike.

Mihrîcanê gelek tişt guhertin

Vê rewşê heta 2004’an dewam kir. Piştre bi kedên hunermendên Reqayê mihrîcana yekê ya şanoyê li Reqayê li dar ket û 4 salan li pey hev dewam kir. Di mihrîcanê de şandeyên ji gelek dewletan amade bûn. Bi wê re şanoya Reqayê bi pêş ket.
Sala 2008´an mihrîcan hat betalkirin, piştre jî aloziya Sûriyê, kir ku li Reqayê huner bi giştî, pê re jî şano li bajêr nemîne.
Gava 2017´an Reqa hat rizgarkirin, Navenda Çand û Huner hat avakirin û komên şanoyê hatin avakirin. Ew kom beşdarî gelek şanoyên li hundirê Reqayê û mihrîcanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bûn.

Bi Şengalê dest pê kir

Xebata yekê ya ku koma Navenda Çand û Huner a Reqayê pêşkêş kir, şanoya bi navê Şengalê bû.
Koma Şanoyê ya Navenda Çand û Huner a Reqayê niha li ser amadekirina gelek şanoyan dixebite, da ku mihrîcanekê li dar bixe. Di nava van lîstikên şanoyê de "Kulîla sor layiqî general e" û "Geliyê mirinê" hene.
Hunermedê şanoger û gerînendeyê Nivîsgeha Şanoyê ya Naveneda çand û Huner Îbrahîm Xidir li ser rewşa şanoyê ya niha dibêje, "Ji dema avakirina Navenda Çand û Huner a Reqayê ve, me dewreyên perwerdê ji zarokan re vekirin û perwerdeyên ji bo geşkirina behreyan jî vekirin. Derî li pêş her hunermendekî/ê şanoyê, nivîskar û derhêneran re hat vekirin. Da ku ji nû ve ruhê jiyana şanoyê li ser şêniyên Reqayê bi rêya rêxistinkirina pêşandanên şano û mihrîcanan, vegere."

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.