Şandeyek Emerîkayê li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Hevserokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Berpirsa Giştî ya Encûmena Bilind a Karûbarên Xaniman Dr. Xanzad Ehmed civiyan. Di hevdîtine de qala peymana li ser Şengalê û xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê kirin.
Alîkarê Wezîrê Derve yê Emerîkayê ji bo karûbarên Rojhilatê Nêz David Schenker, Alîkarê Wezîrê Derve yê Emerîka yê ji bo karûbarên Iraqê Dawid Kupele û Balyozê Emerîkayê yê li Iraqê Matthew Tueller serdana Hewlêrê kirin.
Li gorî daxuyaniya Konsolosxaneya Giştî ya Emerîka ya li Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de mijarên ewlehiyê, siyasî, civakî û aborî nîqaş kirine. Li gel proseya reforma Wezareta Pêşmergeyan.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Şandeyê piştgiriya xwe ya ji bo guftûgoyên di navbera hikûmeta Federal a Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan anî ziman. Li gel piştgirîkirina pêkanîna peymana li ser Şengalê.”
Şandeyê berpirsên Herêma Kurdistanê ji bo yekgirtina partiyên Kurdistanê teşwîq kiriye û girîngiya azadiya raman û ragihandinê dubare kiriye. Herwiha şandeyê têkildarî şîdeta wê dema dawî ya li herêma Silêmaniyê fikarên xwe aniye ziman.”
ROJNEWS/HEWLÊR