Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
Sêşem 22 Nîsan 2025 - 02:45
Endama Şandeya Îmraliyê DEM Partî Pervîn Buldan û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi Rêber APO re çûn Îmraliyê. Rêber APO, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin. Salên dirêj e ku hevdîtina bi Rêber APO û 3 girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re tên astengkirin. Rêber APO piştî 44 mehên rewşa agahînegirtina mutleq, di 23’yê Cotmeha 2024’an di çarçoveya hevdîtina malbatê de bi biraziyê xwe Wekîlê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kir. Piştre jî destûr hate dayin ku Şandeya Îmraliyê ya DEM Prtiyê biçe serdana Îmraliyê. Şandeya DEM Partiyê di 28’ê Kanûna 2024’an, di 22’yê Çileyê û di 27’ê Sibatê de bi giştî 3 caran çûn serdana Îmraliyê. Di hevdîtina ewil de Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê cih digirtin. Di hevdîtina sêyemîn de li gel Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, her wiha Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol û siyasetmedar Ahmet Turk jî cih girtin. Di hevdîtina li Îmraliyê de girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî tevlî bûn. Rêber APO, di hevdîtina 27’ê Sibatê de tevî endamên Şandeya Îmraliyê û hevalên xwe yên girtî, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Rêber APO û girtiyên din, di çarçoveya destûra Cejna Remezanê de di 31’ê Adarê de bi xizmên xwe re hevdîtin kirin. Birayê Rêber APO Mehmet Ocalan û biraziyê wî Omer Ocalan, birayê Konar Alî Konar, birayê Yildirim Polat Yildirim û xwişka Aktaş Sabîha Aslan tevlî hevdîtinê bûn. Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di çarçoveya pêvajoyê de di 10’ê Nîsanê de bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin kirin.
Li bendê bû ku endamên şandeyê piştî hevdîtinê biçin Îmraliyê. Lê ji endamên şandeyê Sirri Sureyya Onder di 15’ê Nîsanê de krîza dil derbas kir. Onder, hê jî li Stenbolê li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê li beşa lênihêrîna awarte tê tedawîkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN