Şandeya artêşa Iraqê çû Hewlêrê
Duşem 13 Sibat 2023 - 02:27
Wezareta Parastinê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku şandeke leşkerî ya Wezareta Parastinê ya Iraqê, bi serokatiya serokê fermandariya Artêşa Iraqê Ebdul Emîr Yarela û hejmarek fermandarên Iraqê, gihiştine Hewlêrê.
Li gorî daxuyaniyê şande ji aliyê rayedarên Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ve hatiye pêşwazîkirin.
Li gorî heman çavkaniyê di serdanê de mijarên leşkerî, bi taybet jî mijara bicihkirina hêzan ya li ser herêmên ser sînor hatine guftûgokirin.
NAVENDA NÛÇEYAN