• Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di rûniştina doza qetilkirina Denîz Poyraz de axivî û xwest bibe mudaxilê dozê. Sancar got, desthilatdarî berpirsê êrişê ye.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di rûniştina doza qetilkirina Denîz Poyraz de axivî û xwest bibe mudaxilê dozê. Sancar got, desthilatdarî berpirsê êrişê ye.

Rûniştina duyemîn a doza qetilkirina Denîz Poyraz li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Bayrakliya Izmîrê sê saetan dereng dest pê kir. Di dozê de Onur Gencer ji ber qetilkirinê tê dadgehkirin. Ji ber ku hola rûniştinê piçûk bû, hejmara kesên dozê bişopînin bi 100´î hat sînordarkirin. 

Dayik û bavê Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz û Abdulllah Poyraz û xwişk û birayên wê, gelek parêzer, nûnerên rêxistinên hiqûqî, serokên baroyên Amed, Mêrdîn, Mûş, Izmîr, nûnerên baroyên Stenbol, Bûrsa, Trabzon, Şirnex û Yalovayê beşdarî rûniştina dozê bûn. Kujer Onur Gencer jî li holê amade bû.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar xwest, bibe mudaxilê dozê û got “Ji ber ku ev êş êşa me ye. Hêrs hêrsa me ye, doz doza me ye. Kujer bi xwe jî diyar dike, armanca wî HDP û avahiyên HDP’ê ye. Ev êriş dûmahîka êrişa li ser bi milyonan hilbijêran e.Desthilatdariya siyasî me dike hedef û zimanê nefretê belav dike. Mafê me heye ku em mudaxilî vê dozê bibin. Ev tişt li hemberî welat berpirsyariya me ye.” 

Serokê dadgehê diyar kir ku di rûniştina din de ji ber dîmenên li ser medyaya dîjîtal hatine belavkirin, Serdozgeriya Komarê ya Izmîrê lêpirsîn daye destpêkirin. Dadger hişyar kir û gef li beşdaran xwar. 

Di rûniştinê de gelek saziyên doza mudaxil bûna dozê kir.

IZMÎR