Li Rûsyayê ciwanê Kurd ê 14 salî Riza Gasanov, li herêma Krasnadorê di pêşbirka boksê de bû şampiyon. 

Riza Gasanov di şampioyona herêma Krasnadorê de ya di navbeyna 13-16'ê Çile de di sîkleta 56 kîloyî de xelata şampiyoniyê wergirt.

Gasanov 2007'an li Krasnadorê ji dayik bûye, hê zarok e, ew dest bi sporê dike û li gel temenê xwe yê zarok jî di gelek waran de, li herêmê û her wiha navneteweyî bi ser dikeve.

Zarokê Kurd ê ku boks û gemşa di serî de, di gelek meydanên sporê de derketiye pêş, bû yek ji wan sporvanên ku li herêmê têne nasîn.
Gasanov ê di tûrnûwaya gemşa ya Pantratîonê di sîkleta 55 kîloyî de bûbû şampiyon, ew 2'yê Cotmeha par jî li Naro-Fomînskê di gemşa de bûbû sêyemîn.

ANF/KRASNADOR