Şam nexweşên gurçikê dikuje

Yekşem 7 Gulan 2023 - 14:42

CEMÎL EBDO / ROJ DENÎZ / TIL RIFET / ANF

Ji 18'ê Adara 2018'an ve hêzên hikûmeta Şamê bi serkêşiya Tûgaya Çaremîn, ambargoyeke giran li ser herêma Şehbayê daniye. Li herêmê zêdetirî 150 hezar koçberî dimînin. Qadên jiyanî ji ber dorpêçê zirar li wan bûye; ambargoyê bandora herî giran jî li xizmeta tenduristiyê kiriye.

Li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê navendeke tenduristiyê ji bo nexweşên gurçikê ava kiriye. Ew navend nêzî 15 nexweşan di hefteyê de dihewîne. Lê heger rewşa dorpêçê wiha dewam bike, rewşa nexweşên gurçikê li ber karesateke cidî ye.

Pêdiviyên navenda nexweşên gurçikê her ku diçe kêm dibin, her wiha rêbendên hikûmeta Şamê nahêlin ku pêwîstiyên navendê bigihîjin wan. Li kêleka wê, heger beşek ji dermanên diyalîzê tine bin, şûştina gurçikan jî wê çênebe. Her wiha heger diyalîz çênebe, asta potasyûmê di xwînê de zêde dibe, ew jî dibe sedem ku dil bisekine.

Hikûmeta Şamê hêviyan dikuje

Mirovên 'bi nexweşiya gurçikê' ketine herî kêm di mehê de hewce ye ku 2 kîsikên xwînê (1 Lître) veguhezînin laşê xwe, da ku tişta ku di pêvajoya "diyalîzê" de winda kirine, telafî bikin. Ji bilî wergirtina derziyên “epoetin” ên ku niha li Şehbayê kêm in.

Nexweşê bi navê Yosêf Mihemed yê ji navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî, diyar kir ku ev 3 sal in nexweşiya gurçikê pê re çêbûye û got; “Ji ber kêmbûna madeyên diyalîzê, em gelek tengav bûne. Heger em carekê gurçikên xwe neşon, bêhna me teng dibe. Her wiha pêwîst e em di hefteyê de 2 caran gurçikên xwe bişon, lê ji ber dorpêçê em tenê di heftê de carekê dikarin.”

Abdulrehman Mihemed ê ji Efrînê ku niha li gundê Babins ê navçeya Ehedasê ya Şehbayê koçber e, got, “Ev 3 sal in nexweşiya gurçikê bi min re heye û ev bûye 8 meh diyalîzê çêdikim. Gelek zehmetiyan dikişînim, di hefteyê de 2 caran gurçikên xwe dişom. Her wiha ji ber derengbûna şuştina gurçikan rewşa min gelek zehmet e. Ew jî ji ber sedama kêmbûna dermanan e. Her wiha ji ber cihê navenda nexweşên gurçikan ji mala min dûr e, zehmetiyên min du qatî bûne. Di hefteyê de du caran ez têm û her carê 150 hezar Lîreyên Sûrî ji bo erebê didim.”

Hikûmeta Şamê bi ambargoya giran a li ser herêma Şehbayê hêviya jiyanê ya nexweşên gurçikê dikuje.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.