Şam li pêş ziman asteng e

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 23 Sibat 2024 - 00:46

SÎMA BIROKÊ / ANHA / QAMIŞLO

Beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê ne tenê qedexekirina perwerde û fêrkirina bi zimanê dayikê, axaftin û dan û standina ji derveyî zimanê erebî jî ji milê rejîma Baasê ve dihate qedexekirin.

Lê piştî sala 2012’an sîstema perwerdeyê li gorî xweseriya civakan hate amadekirin. Di madeya 6`an a Hevpeymana Civakî ya nû de tê gotin:“Li ser erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ziman di hemû warên jiyana civakî, zanistî û çandî de wekhev in. Heqê her gel an komeke çandî ye ku zimanê xwe yê zikmakî di jiyana xwe de bi rêxistin bike û pê kar û barên xwe bi rê ve bibe.” Di xala 8`an a madeya 87`an a Hevpeymana Civakî de jî tê gotin:“Li kantonekê tevahî pêkhateyên etnîk û olî kar û barên xwe yên siyasî, civakî û çandî bi ziman û çanda xwe bi rêxistin dikin û bi rê ve dibin.” Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rêziknameya xwe de diyar dike “Pergala perwerdeya pirzimanî û pirçandî ji xwe re wekî pîvana sereke bingeh digire.”

Li gorî daneyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara xwendekarên sala xwendinê ya 2023-2024`an 857 hezar û 474 e.

Nahêlin pirtûkên Suryanî derbas bibin

Li herêmê di nava Rêveberiya Xweser de 3 zimanên sereke (kurdî, erebî û suryanî) hene. Saziya Materyalan ji bo qonaxên seretayî, navîn û amadehî materyal hazir kirine. Li kêleka pêkhateya Kurd, pêkhateya Suryan jî li Sûriyeyê bi zimanê dayikê perwerdeyê nabînin, heta niha jî pêkhateya Suryan nikare materyalên ku ji bo xwendekarên xwe amade kirine, derbasî dibistanan bike. Li gorî daneyên Saziya Olef Taw a zimanê suryanî, li kantona Cizîrê 10 baxçeyên zarokan, dibistan (seretayî, navîn, amadehî) hene, lê heta niha tenê pirtûka Zimanê Suryanî heta refa 6`an derbasî dibistanan hatiye kirin. Rayedarên dibistanan nahêlin materyalên bi zimanê suryanî bikevin dibistanan. Ew dibistan di bin kontrola dêran û hikumeta Şamê de ne. Saziya Olef Taw bi salan e hewl dide materyalên bi zimanê dayikê (suryanî) bigihîne xwendekarên xwe. Mamosteyên zimanê suryanî perwerdeyê li ser materyalan dibînin, ji bo şêniyên Suryan jî li herêmê jî perwerdeyên fêrbûna zimanê suryanî didin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.