Şam divê xwe biguherîne 

Şemî 11 Adar 2023 - 01:19

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera 19'an a komkujiya ku bi wê re veguherî Serhildana 12'yê Adarê li Qamişloyê, daxuyaniyek da û wiha got; "Ev serhildana gel di Adara 2004'an de pêk hat, çîrûska wê ji Qamişloyê bû û heta bi bajarên Rojava û bajarên mezin ên Sûriyeyê çû. Komployeke plankirî û birêxistinkirî bû û bi nûnertiya Lihevkirina Edeneyê de pêk hat. Bi rêya kişandina gelê Kurd nava şer û lîstokên siyasî, xwe dispart qirkirina gelê Kurd. Da ku fitneyan di navbera çandên civakî yên resen de çêkin, derbeyê li têkiliyên Kurd û Ereban, têkiliyên civakî û çandî yên pêkhateyên Sûriyeyê bixin û bi wê re armancên xwe yên siyasî yên qirêjî li dijî vîna gelên herêmê pêk bînin.

 

Êrişê rûpelekî nû vekir

Di encamê de bi hezaran welatî bi awayekî hovane hatin girtin û bê gunehî ku tenê Kurd in di dadgehên ewlehiya dewletê û leşkerî de hatin cezakirin, bi dehan şehîd bûn. Ji wê zêdetir gelek karmendên Kurd ji daîreyên hikumetê yên perwerdê, avahîsazan tevî lêpirsînên ewlehî yên di beşa terora taybet de ji kar hatin derxistin. Bi van siyasetên li dijî gelê me, hikumetê rûpeleke nû di têkiliyên Tirkî-Sûrî de ku xwe dispêre qirkirina nirxên çandî û exlaqî yên gelê me hate vekirin. Bi wê yekê, Sûriyê ji aliyên aborî û siyasî û ewlehî ve ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hate dagirkirin û gelek sûkên bazirgan û endustiriyê hatin kontrolkirin. Da ku dewleta Tirk çanda xwe li ser çandên civaka Sûriyeyê ferz bike.

 

Vîna gelan divê bê qebûlkirin

Em soz didin şehîdên komkujiyê, serhildana 12'yê Adarê û tevahî şehîdên azadiyê ku em ê li ser şopa wan bimeşin, têkoşîn û berxwedanê li dijî delweta Tirk a dagirker bilind bikin. Her wiha divê rejîma Sûriyeyê bi awayekî realist nêzî rewşê be, da ku tiştê mayî rizgar bike û li pêş karesatên siyasî û nîştimanî yên muhtemel bisekine. Divê vîna gelên azad li Sûriyeyê were qebûlkirin da ku pergaleke demokratîk were avakirin."

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.