Şam bi ambargoyê qir dike

Pêncşem 5 Çile 2023 - 01:24

  • Siyaseta hikûmeta Şamê ya li dijî Şehba û Helebê, yeke welê ye ku dixwaze bi ambargoyê, deverê ji xelkê wê xalî bike û bi vê yekê qirkirinê bike.

Li herêma Şehbayê, qederê 25 hezar malbat û zêdeyî 200 hezar nifûs heye; di heman demê de 5 kampên koçberan jî lê hene. Li kampên Efrîn, Şehba, Veger, Serdem û Berxwedanê 2 hezar malbat hene. Bi hatina zivistanê re şert û mercên li kampan gelekî giran bûn. Herêma Şehbayê, li gel êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê her wiha di bin ambargoya giran a rejîma Şamê de ye. Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê jî di bin heman ambargoyê de ne.

Hevserokê Kantona Efrînê, Mihemed Neso û Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Roşîn Mûsa li ser rewşa dawî ya li van herêman ji ANF'ê re axivîn.

 

Derman bi temamî qediyane

Mihemed Neso diyar kir ku ji roja xelkê koçî herêma Şehbayê kiriye û vir ve di nava şert û mercên gelekî giran de ye û got,"Mijara niha herî girîng ew e ku ji bo nexweşxaneyên me derman bi dest nakevin. Li navendên me yên tibbî derman bi temamî qediyan. Nexweşxane êdî nikarin nexweşan derman bikin. Sotemenî û derman nîne. Cîhazên hilmstandinê bêyî elektrîkê naxebitin. Em di demsala zivistanê de ne. Extiyar û zarok nexweş ketin. Ji bo dermankirina nexweşan jî nexweşxane nikarin karê xwe bikin. Doktor di nava van şert û mercan de bêçare mane."

 

Polîtîkaya koçberkirinê

Mihemed Neso anî ziman ku mafê perwerdeyê yê 15 hezar xwendekaran ji wan hatiye standin, bi ambargoyê kirine ku gel bê ber birçîbûnê û got; "Gefeke mezin li ser herêmê heye. Hikûmeta Şamê polîtîkaya koçberkirinê xistiye dewrê. Ev kiryar tifaqeke di navbera dewleta Tirk û hikûmeta Şamê de ye. Dewleta Tirk hewl dide ji aliyê leşkerî ve tine bike, hikûmeta Şamê jî bi birçîhiştinê hewl dide çavên gel bitirsîne. Lewma dixwazin derbê li Rêveberiya Xweser bikin û bêkêr bikin."

 

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî ambargo heye

Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê zêdeyî 250 hezar mirovî dimînin. Li herdu taxan 8 firin hene, lê belê ji ber ku sotemenî û ard nemaye, hejmara wan daketiye 4 firinan. Rojê tenê 3 saetan elektrîkê didin herdu taxan. Zêdeyî 5 hezar xwendekar neçar man ku navberê bidin xwendinê. Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecr ji ber kêmbûna sotemenî û malzemeyên tibî neçar ma ku xizmeta xwe kêm bike.

 

Zarokek ji ber sermayê wefat kir

Li taxa Şêx Meqsûdê ji ber nebûna sotemeniyê, Wîsam Sîdo yê 4 salî ji ber sermayê di 2'ê Çile de canê xwe ji dest da. Malbata Wîsam Sîdo yê ji gundê Qeretebê yê Şerayê, piştî dagirkirina Efrînê koçî Şêx Meqsûdê kiribû.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Roşîn Mûsa diyar kir ku hikûmeta Şamê nahêle ard, şîrê zarokan, sotemenî, gaz û xurek bigihêje taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û got, "Ji Helebê heta bi Şehbayê, ambargo tê ferzkirin. Me bi mirinê diceribînin. Hikûmeta Şamê gihîştiye asteke welê ku nahêle şîr ji bo zarokan derbasî herêmê bê kirin."

 

Êrişên dagirkeriyê dewam dikin

Roşîn Mûsa di dewama axaftina xwe de got; "Hikûmeta Şamê bi rêya çek, birçîhiştin û ambargoyê dixwaze kaosê çêke, aramiyê têk bibe û jiyana hevpar a şêniyên Sûriyeyê bi rêbazên cuda ji holê rake. Dewleta Tirk jî êrişên dagirkeriyê dewam dike. Saziyên alîkariya mirovî yên navneteweyî jî vê yekê ji nedîtî ve tên. Ji bo pêvajoyeke hîn metirsîdar, li ser gelên Sûriyeyê neyê ferzkirin, divê hêzên navneteweyî pêkanînan ferz bikin."

 

Ya hate serê min bila neyê serê ti kesî

Dayika zarokê bi navê Wîsam Sîdo yê ku ji ber serma û nebûna rêbazên germkirinê li taxa Şêxmeqsûdê canê xwe ji dest dabû, hêvî kir ku ev trajediya wê, neyê serê ti malbata din a li taxê.

Dayika Wîsam diyar kir ku wan xwest zarokê xwe bixin beşa baldariyê li nexweşxaneyeke hikûmeta Şamê, lê nikarîn cih peyda bikin û got, "Lê di dawiyê de me biryar da ku zarokê xwe bixin nexweşxaneyeke taybet, lê dem di ser re derbas bûbû."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.