Saleyî berdan Pîrbal hîna girtiye

Sêşem 16 Tebax 2022 - 22:42

  • PDK´ê aktîvîstê civaka sivîl, Murad Saleyî li Hewlêrê xistibû nezaretê. Piştî wê bi 24 rojan PDK´ê ew îro berdan.

PDK´ê aktîvîstê civaka sivîl, Murad Saleyî li Hewlêrê xistibû nezaretê. Piştî wê bi 24 rojan PDK´ê ew doh berdan.

Dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Tîrmeha 2022’yan de êrişî gundê Perex ê Zaxoyê kir û di encamê de 9 welatî hatin qetilkirin û 33 jî birîndar bûn. Li seranserê Iraqê xelk daketin qadan û êriş şermezar kirin.

Li Hewlêrê jî di 22’ê Tîrmehê de komek welatî û aktîvîstên civaka sivîl xwest komkujiya li Zaxoyê şermezar bike. Lê PDK’ê rê neda ku çalakî were kirin. Wê demê hêzên PDK´ê 5 xwepêşander kiribûn nezaretê.

Parêzerê Murad Saleyî, Aso Haşim derbarê berdana Saleyî de got; “Piştî 24 rojan aktîvîst Murad Saleyî hate berdan.” 3 kesên din jî beriya niha hatibûn berdan, lê hîna jî çalakvan Hogir Pîrbal nehatiye berdan.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.