Saleke Dîwana Wêjeyê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 28 Kanûn 2023 - 00:52

NÛJIYAN ADAR / ANF / QAMIŞLO

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, karên xwe yên îsal bi navê sala Melayê Cizîrî meşand. Dîwana Wêjeyê, pirtûkên hatin amadekirin nirxandin û ew ji weşanê re amade kirin. Wê îsal weşandina 62 pirtûkan erê kir; ev kitêbên roman, helbest, lêkolîn û çîrokan in. Wê li herêmê ji festîval û pêşbirkên wêjeyî re pêşengî kir. Her wiha 16 pirtûkên helbestê nirxandin ku 9 jê bi Kurdî, 7 jî bi Erebî bûn. Festîvala Osman Sebrî ya 7'an jî 3 rojan dewam kir.

Di karên atolyeyê de yên ji bo bipêşvebirina berhemên jinên ciwan (18-25 salî), 10 jinên ciwan perwerde kirin. Van 10 jinên ciwan ber bi nivîskariyê ve gav avêt û bi sîstemeke perwerdeyê ya ji 3 qonaxan ji nivîskariya siberojê re hatin amadekirin.

Li Kobanê Hefteya Wêjeyê ya 2'an hate lidarxistin û ji herêmê gelek nivîskar û rewşenbîr tevlî bûn. Felsefe û nasnameya Melayê Cizîrî, nasnameya Kurd a di berhemên wî de, romana Kurd, rexneya li wêjeya Kurd û rola xwe ya di bipêşvebirina wêjeyê de hate nirxandin. 

Ji Bakur heta bi Misrê wêjeya Kurdî

Kovara Destar a ku navenda wê li Bakurê Kurdistanê ye, li Rojavayê Kurdistanê jî tê çapkirin. Her wiha Kovara Şermola ku gelek mijarên mîna lêkolîn, lêkolînên fikrî û rexneyî, werger, çîrok, helbest, hevpeyvîn, jin, gotarên çand û hunerî, wêneyên hunerî, rexneya wêjeyê, wêjeya jinê, weşandin, sînema û romana di nava şoreşê de, zimanê dayikê û civaka Êzîdî kir rojeva xwe, hejmarên xwe yên 17, 18, 19 û 20'an weşandin. Her wiha bi rêya Weşanxaneya Nefertîtî li Misrê jî hate çapkirin û weşandin.

Bi giştî 113 pirtûk hatin çapkirin

Dîwana xwendinê ku mehê 3 pirtûk xwendin, hem ji bo bipêşketina nivîskaran hem jî bipêşketina wêjeyê, kêmasiya pirtûkan nirxand. Dîwana xwendinê 24 caran civiya û heman pirtûk li bajarên cuda nirxandin. Wê her wiha 23 pirtûk bi amadebûna nivîskaran nirxandin. Ji aliyê Weşanxaneya Şilêr, Dîwana Wêjeyê, HRRK, Kongra Star, Navenda Wergerê ya Mezopotamyayê, Şopdarên Rojê, Yekîtiya Rewşenbîran, Akademiya Civaka Demokratîk ve pirtûk hatin çapkirin. Her wiha bi Weşanxaneya Neqşê re karekî hevpar hate meşandin. 67 pirtûk bi Kurdî, 42 pirtûk bi Erebî û 4 pirtûk bi Tirkî bi giştî 113 pirtûk hatin çapkirin. Navenda Wergerê ya Mezopotamyayê 13 pirtûkên roman, çîrok û helbestê ji Kurdî wergerand Erebî. Şopdarê Rojê ku armanca xwe gihandina Şoreşa Rojava li nava gelên cîhanê ye, bi Erebî 4 pirtûk amade kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.