Sala pûçkirina komployê

Sêşem 1 Sibat 2022 - 22:12

  • PKK: li dijî komploya 15’ê Sibatê wê têkoşîn bi pêş bikeve, 8 Adar û Newroza vê salê di têkoşîna azadiyê de wê xwe bigihîne serekî nû. Em ê her roja sala pêncihî a Rêbertî û partiyê bikin Newroz, em ê vê salê veguherînin têkoşîna herî bihêz û serketina herî mezin.

Komîteya Navendî ya PKK'ê civîna xwe ya salane li dar xist, plana kar û têkoşînê ya dema nû amade kir û ragihand ku wê rêbaza rêxistin û rêveberiyê, li gorî vê planê nû kiriye.

Encamên civîna salane ya Komîteya Navendî ya PKK'ê bi daxuyaniyekê hatin eşkerekirin. Komîteyê got, “Me civîna asayî ya salane ya Komîteya Navendî ya PKK’ê bi tevlîbûna 27 endaman serketî pêk anî. Civîna me, qehremanên mezin ên sala 2021'ê di şexsê şehîdên Mam Reşo, Zendûra, Tepê Sor û Werxelê de hemû şehîdên qehreman bi rêz û minet bi bîr anî, Rêber Apo û Pengava 'Dem Dema Azadiyê ye' silav kir, ku bi pêşengiya berxwedana Îmraliyê li her derê bi pêş dikeve.” Komîteyê da zanîn ku wê “Sala 2022’an de îradeya şerekî bihêztir û serketineke mezintir daniye holê. Li ser vî bingehî bang kir ku hemû hevalên partiyî, gelê me yê welatparêz û dostên me yên şoreşger-demokratîk 'Pêngava Dem Dema

Azadiyê ye' bihêztir bikin bi armanca azadiya fizîkî ya Rêber Apo.”

Di civîna Komîteya Navendî ya PKK´ê de talîmateke berfireh a ji nivîs û axaftinên Abdullah Ocalan hatiye xwendin. Piştre raporên Sekreteryaya Giştî ya PKK’ê û Koordînasyona PAJK’ê hatine xwendin. Piştre jî pratîka wê ya sala 2021'ê hatiye nirxandin. Wê li gorî nirxandina pratîka sala nû jî diyar kiriye. 

Berxwedanê pîlana îmhayê bi bin xist

Komîteyê di daxuyaniya xwe de got, “Êrişa perçiqandin û dagirkeriya faşîzma AKP-MHP’ê ya di Sibatê de bire ser Garê, wekî din ji 23’yê Nîsanê ve jî êrişa li ser Metîna, Zap û Avaşînê bi berxwedana lehengane ya gerîlayên HPG û YJA-Starê hate şikandin. Berxwedana dîrokî ya gel û dostên me, li her warî bi pêşengiya berxwedana gerîlayê qehreman bi pêşket, pîlana îmha û tasfiyeya faşîzma AKP-MHP’ê ya bi piştgiriya DYE û PDK’ê bi bin xist. Bi vî awayî faşîzma AKP-MHP’ê ji ber ku nekarî Herêmên Parastinê yên Medyayê li gorî pîlanên xwe dagir bike û ji zindanê bigire heya derveyî welat li çar parçeyên Kurdistanê nekarî berxwedana azadiya gel û dostên me bişikîne, ketiye nava pêvajoya belavbûn û rûxandineke teqez.” 

2021'ê bi vî rengî silav jî kir û got û paşê got, “Feraset û şêwazên ezezî, bêplan, ne li gorî stratejiyê, nikarin afrîneriya taktîkî nîşan bidin, teng û girtî dimînin, rexne û mehûm kir, pêwîst dît ku bi şêwaza stratejiya şerê gel ê şoreşgerî di gerîlatiya kûr û berfireh a xeta modernîteya demokratîk de israr bike, afrîner be, bi qasî ku li çiyê şer dike, ewqasî jî li deşt û bajêr şer bike, faşîzmê ji hêla aborî, siyasî û leşkerî ve bi awayekî topyekûn bike hedef, çalakiyên bibandor ên tolhildanê û bersivdayînê pêk bînin, li her cihî bersivê bide êrişên dijminê faşîst-qirker.” 

Têkoşîna herî rewa ya dinyayê

Komîteyê got, civîna wê asta têkoşîna li Kurdistanê û şerê sê xetên esasî bi awayekî berfireh nîqaş kiriye û wiha dewam kir: “Bi taybetî di van salên dawî de asta tifaqa ku bi AKP-MHP’ê re hatiye danîn ji bo hebûn û azadiya Kurd gefa herî mezin e. Civîna me destnîşan dike ku serweriya faşîst-qirker a AKP-MHP´ê bi desteka PDK´ê li ser piyan dimîne û ji bo pûçkirina vê li ser girîngiya hewldaneke pirralî sekinî. 

Di roja me ya îro de têkoşîna rûxandina faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîna herî demokratîk û şoreşger a Rojhilata Navîn û dinyayê ye. Di vê çarçoveyê de jî civîna me bang kir li hemû partî, rêxistin, derdorên civakî, tevgerên jin û ciwanan, hêzên welatparêz û şoreşger ên Kurdistanê da ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîneke hevbeş bidin meşandin.” 

Xwedîderketina li Ocalan silav kir

Komîteya Navendî ya PKK´ê li ser civîna xwe herî dawî got, ew wekî hêza polîtîk a sêyemîn li ser girîngiya têkiliyên taktîkî sekiniye, û di vê çarçoveyê de ev bang kir; “Di serî de rêveberiyên Sûriye, Iraq û Îranê, hemû hêzên polîtîk ên li vê qadê ji bo bikarin li ser bingehê demokratîkbûnê ji pirsgrêka Kurd re çareseriyê bibînin, divê bi hev re kar bikin. Tevî ku hin hêzan ji çetegeriya wek DAÎŞ'ê re deng nekirine û nêzîkatiyên nehevgirtî raberkirine jî gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di roja me ya îro de jî li dijî van hêzan ji ber ku têkoşîneke serketî û hevgirtî didin meşandin civîna me wan pîroz dike. Civîna me li tevahiya dinyayê helwêst û seknên ku xwedî li Rêber Apo û PKK’ê derketine, silav kir û diyar kir ku ji bo bikarin azadiya Kurd li ser bingehê demokratîkbûna kûrewî pêk bîne, divê bi her awayî hewldan û têkoşîna zêdetir bê kirin.

Têkoşîna rûxandina faşîzma AKP-MHP’ê, şikandina tecrîda Îmraliyê, azadkirina Kurdistan û demokratîzekirina Tirkiyeyê bi rêxistineke mezintir û awayekî bibandortir li ser xeta serketinê bimeşe. Ji bo vê dê dijminên xwe zêdetir tecrît bike û dostên xwe zêdetir bike yek. Di ketina sala 24’an de li ser vê bingehê, li dijî komploya 15’ê Sibatê wê têkoşîn bi pêş bikeve, 8 Adar û Newroza vê salê di têkoşîna azadiyê de wê xwe bigihîne serekî nû. Em ê her roja sala pêncihî a Rêbertî û partiyê bikin Newroz, em ê vê salê veguherînin têkoşîna herî bihêz û serketina herî mezin.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.