NÛJIYAN ADAR / ANF / HESEKÊ

Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di sala 2023’yan de 80 berhemên mûzîkê hatin weşandin û 36 belgefilm hatin çêkirin. Li herêmê 5 mihrîcan hatin lidarxistin, kargehên şanoyê û perwerdehiyên hunerî jî bênavber domiyan. Li gorî vê yekê; Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol ji bo bibîranîna Şehîd Yekta Herekol û Şehîdên Adarê di 27’ê Adarê de pêk hat û 7 rojan dewam kir. Gelê Bakur û Başûrê Kurdistanê ji ber astengiya sînoran nedikarîn tevlî mihrîcanê bibin, lê tîmên çand û huner ên Rojhilatê Kurdistanê, li mihrîcanê hunerên xwe nîşan dan. Festîvala ku 13 tîmên şanoyê beşdarî wê bûbûn, elaqeyeke zêde dît.

Mihrîcana Mûzîkê ya Orkêş a duyem ku li ser bibîranîna şehîdên TEV-ÇAND’ê û Şehîd Mizgîn hat lidarxistin, di 11’ê Gulanê de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê bi beşdariya 23 koman hat lidarxistin.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê Mihrîcana Şehîd Ronahî Bawer Govendê ya 6’an ku 3 salan hatibû taloqkirin îsal hat lidarxistin. 23 kom ji gelek herêmên Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî mihrîcana li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a navçeya Rimêlanê bûn. Gelên Mesîhî, Ereb, Kurd, Ermenî, Êzidî û Suryanî bi cil û bergên xwe yên herêmî çanda xwe nîşan dan. Mihrîcana ku 5 rojan berdewam kir, bû mînaka şênber a xwişk û biratiya gelan.

60 weşanxane li pêşangehê bûn

7’em Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol 28’ê Cotmehê bi beşdariya 60 weşanxaneyên herêmî û navneteweyî pêk hat. Di fûara sê rojan de pirtûkên Kurdî, Erebî, Farisî, Tirkî, Fransî û Ingilîzî hatin pêşandan. Mihrîcana Şehîd Arîn Mîrkan 10 rojan domiya.

Dewre û kargehên hunerî

Ji bo endamên Komuna Filman a Rojava, pargîn, çand û hunerê 3 dewreyên perwerdeyê hatin vekirin. Li gel xebatên perwerdehiyê yên li navendan tên kirin, hunermendên pispor ên çand û hunerê di dewreyên perwerdeyê de tên perwerdekirin.

Ji ber ku pêwîstiya şanogeran hem bi kalîte û hem jî bi hejmarê heye, di kargehên ku li Dêrîk, Rimêlan, Qamişlo û Herêma Firatê hatin vekirin, lîstikvan û derhênerên nû hatin perwerdekirin.

43 stran û 37 klîp

Hunergeha Şehîd Welat ku 43 stran qeyd kir û 37 klîb derxist, mohra xwe li saleke muzîkê xist. Her wiha stranên ku ji aliyê 24 komên ku berhemên xwe di mihrîcana Orkêş de nîşan dan, qeydkirina klîban di qonaxa amadekariyê de ye.

Komîna Filman jî nesekinî û hilberand

Rêzefilma Evîna Kurd ku ji 15 beşan pêk tê, ji aliyê Komûna Filman a Rojava ve hatiye çêkirin, bi hezkiriyên rêzefilman re jî hat gel hev. Rêzefilma ku ji aliyê gel ve hat ecibandin, weke parçeyek ji Şoreşa Rojava di pêşxistina rêzefilm de roleke girîng lîst. Her wiha Komûna Filman a Rojava 36 filmên dokumanterî çêkirine. Filmên li ser berxwedana Kobanê û Sûriyeyê ji raya giştî re hatin weşandin. Ji bilî destpêkirina kişandina filma Heval Kekê Min, du projeyên sînemayê jî li benda kişandinê ne.

Ew ê giraniya xwe bidin ser akademiyan

Hevseroka TEV-ÇAND'ê Sûmeye Mihemed bal kişand ku sala 2023'an di warê xebatên çandî û hunerî de saleke dewlemend bû û got: "Gelek mihrîcan hatin lidarxistin. Xebatên govend, muzîk, şano û perwerdeyê hatin kirin, lê ji bo ku rê li ber geşkirina xebatên çand û hunerê vebin hin aliyên me yên qels hebûn. Di perwerdekirin û ji bo pisporiya wan a li qadekê ên endamên çand û hunerê, nemaze di amûrên muzîkê de, em qels man. Di vê salê de giraniya me ya li ser mihrîcanan bû sedem ku em di warê perwerdekirina kesan de qels bibin. Heke me giranî bida akademiyan dê encamên baştir derketana holê. Heke kes neyên perwerdekirin, ew ê di warê naskirina xwe û di warê çanda xwe de qels bimînin.”

Akademiya Yekta Herekol vedibe

Sûmeye Mihemed diyar kir ku dê sala 2024’an bibe sala akademiyê û wiha bi dawî kir: “Akademiya Şehîd Yekta Herekol dê were vekirin. Di akademiya demdirêj de, xwendekar dê ji pratîkê heya pisporiyê perwerde bibin. Ji bilî dewreyên perwerdehiyê yên demkurt arastekirina akademiyên ku rêya pisporiyê vedikin, arastekirina kargehan, dê çalakiyên çand û hunerê derxe asta herî jorîn. Ji ber vê yekê em ê hunera xwe pêş bixin.”