- PKK'ê bang li her kesî kir da ku beşdarî kampanya azadiyê ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan bibin û got: Rêbertiya Apoyî li ser bingehê têkoşînê gerdûnî bû, Têkoşîna Azadiyê ya Kurd veguherî ronahiyekê, rêya mirovahiya bindest ronî dike.
Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê daxuyaniyek weşand û bang kir da ku sala 46'an a PKK'ê bikin sala azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd:"Weke tevger, gel û mirovahiya demokratîk, li ser bingehê Kampanya Azadiyê ya Navneteweyî em xurttir û bi biryardarî dest bi sala 46'an a têkoşînê dikin. Em bawer dikin ku di sala 46'an a partiya me de di çarçoveya misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo de em ê destketiyên mezin bi dest bixin.
Rêbertiya Apoyî navneteweyî bû
Komîteya Rêveber a PKK’ê di dewama daxuyaniya xwe de got, êdî Rêbertiya Apoyî navneteweyî bûye û wiha dewam kir: “Her kes êdî bi vê rastiyê dizane û qebûl dike ku gelê Kurd bandora qirkirina çandî bi têkoşîna mezin a Rêber Apo û PKK'ê şikand; gel Kurd her tişta bi navê hebûn û azadiyê bi saya têkoşîna Rêber Apo û PKK'ê bi dest xist. Civaka Kurd xwe bi îdeolojiya azadiyê ya Apoyî zane kir, bi rêxistin kir û dest bi şerê herî bi wate yê azadiyê yê dîrokê kir. Rêbertiya Apoyî li ser bingehê têkoşînekê bi vî rengî, gerdûnî bû, Têkoşîna Azadiyê ya Kurd veguherî ronahiyekê û rêya mirovahiya bindest ronî dike.
Sedsala 21’ê ji niha ve ya jinan e
PKK’ê derbarê azadiya jinan de jî got, “Tevgera Azadiyê ya Jinan a Kurdistanê ku li ser xeta Jin jiyan azadî destpê kir, bi têkoşîna xwe ya îdeolojîk û pratîkî hem li çar aliyên cîhanê bandor li jinan kir, hem jî sedsala 21'ê ji niha ve kir sedsala Azadiya Jinan a rasteqîn. Tevgera Ciwanên Kurd li dijî modernîteya kapîtalîst pêşengî ji bipêşketina tevgereke ciwanan a navneteweyî re kir ku xwedî li alternatîfa modernîteya demokratîk derdikeve û îradeyeke welê afirand ku paşeroja xwe bi destê xwe diafirîne.
Tevlî kampanyaya azadiyê bibin
Komîteya Rêveber a PKK’ê di dawiyê de bang li her kesî kir da ku tevlî kampanyaya azadiyê bibin û got, “Ev têkoşîna mezin a ku li dora azadiya fizîkî ya Rêber Apo û li ser bingehê pejirandina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinan bi rê ve diçe, di heman demê de nîşan dide ku 'Tevgereke Demokrasiyê ya Navneteweyî' dest pê kiriye. Diyar e ku sala 46'an a PKK'ê wê li ser bingehê vê kampanya azadiyê û çalakiyan derbas bibe. Di vê çarçoveyê de em bang li hevrêyên xwe, gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk dikin da ku Kampanya Azadiyê ya Navneteweyî ya 10'ê Cotmehê dest pê kir bi rengekî rast fêhm bikin, hevgirtî û xurt bin, bi şêweyên pirralî û afirîner ên têkoşînê teqez bi ser bixînin. Eşkere ye ku di sala 46'an de jî rêya me vekirî ye, pêşiya me ronî ye. Em sala 46'an a PKK'ê bikin sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd! Her wiha bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta beramberî Jinan, em her cûre û asta serweriya mêr şermezar dikin. Em bawer dikin ku têkoşîna li dijî şideta li jinan, wê bê xurtkirin û Şoreşa Azadiyê ya Jinan bêhtir bê xurtkirin.”
BEHDÎNAN