Sala 43ʼan sala serketinê ye

Duşem 23 Mijdar 2020 - 23:08

  • PKKʼê diyar kir ku wê di sala 43'an a PKK'ê de wê bi têkoşîneke mezin faşîzma AKP-MHP hilweşînin, sîstema tecrîd û êşkenceyê têk bibin û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bînin û wê sal bibe a destketiyan."

Komîteya Navendî ya PKK'ê di daxuyaniya xwe de bang li her kesî kir ku bi xurtî tevlî pêngava berxwedanê ya 'Dema Azadiyê' bibin û berxwedana antîfaşîst li her qadê belav bikin, mezin bikin.

Daxuyaniya PKK'ê wiha ye: ''PKK di daxuyaniya xwe de pêşî 27'ê Mijdarê Roja Avabûna Partiyê, Cejna Vejîna Neteweyî li Rêber Apo, hevrêyên xwe hemûyan, gelê welatparêz û dostên şoreşger û demokrat pîroz dike û di sala 43'an a partî û têkoşînê de serketinê dixwaze. Di şexsê şehîdê yekemîn Hakî Karer û şehîdên sala 42'an hevrê Kasim Engîn, Leyla Agirî, Egîd Civyan, Amara Batman û Yilmaz Dersim de şehîdên têkoşîna azadiyê hemûyan bi rêz û hezkirin bi bîr tînin, soza xwe ya ji bo serxistina armancên wan û xwedîderketina li bîranînên wan dubare dike.''

Pêngava me wê bigihê serketinê

Di daxuyaniyê de weha tê gotin: “Tevger û gelê me, em bi pêngava berxwedanê dikevin sala 43’an a têkoşîna PKK'ê. Ji bo pêşîgirtina li pêngava me tifaqa DYE, dewleta Tirk û PDK'ê êrîşa bi navê 'Peymana Şengalê' aniye rojevê û hewl dide hêzên çekdar ên PDK'ê bişîne ser gerîlayên me. Bi provokasyoneke wisa û bi bikaranîna hêzên PDK'ê dixwazin pêşiya pêngava me ya 'Dema Azadiyê' were girtin, faşîzma AKP û MHP'ê ji hilweşandinê were rizgarkirin û temenê wê were dirêjkirin. Lê gelekî zelal e ku ev provokasyon û hewldan vala ne û wê negihêjin encamê. Ji ber ku pêngava me ji aliyê gelê me yê welatparêz, hêzên şoreşger û demokratîk hatiye qebûlkirin, di serî de çalakiyê hêzên me yên li çiyayan û yên li bajaran, rêxistinên me yên jin û ciwanan, gelê me û dostên me ji bo serfiraziya pêngavê ketine nav çalakiyan.

Faşîzm wê hilweşe

Bi pêngava berxwedanê ya şoreşger a di sala 43'an a avabûna fermî ya PKK'ê de teqez e ku wê faşîzma AKP û MHP’ê were hilweşandin û biçe ser sergoyê dîrokê. Dîktatoriya faşîst a AKP û MHP'ê ya ku ji civak û mutefîkên xwe tecrîd bû, di hundir de jî dirize. Bi encama hilbijartina li DYE’yê re êdî ji aliyê her kesî ve tê dîtin ku hildiweşe. Bi çalakiyên gel û dostên me yên şoreşger û demokratîk wê ev hilweşandin kûr bibe û sala 43'an a PKK'ê wê bibe sala ku faşîzma AKP û MHP’ê hildiweşe, pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê hatiye şikandin, li parçeyên din ên Kurdistanê jî dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bûye.”

Paşeroj a paradîgmaya me ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, bi wesîleya salvegera 42'an a damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivî.

Bayik, ji sala 1973'an ve qala dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kir û got, "PKK ketibe sala 43'an jî, têkoşîna tevgera me ya azadiyê di sala xwe ya 48'an de ye. Ji bo Rêber Apo jî têkoşîneke 50 salî heye. Têkoşînek bênavber meşandiye. Her kêliyeke xwe bi têkoşîneke mezin derbas kiriye."

Cemîl Bayik anî ziman ku têkoşîn û nirxên di nava 500 salî de bên afirandin, di nava van 50 salan de hatine afirandin û got: "Ya herî girîng jî ew e, dema ku pêşengiyeke rast bê kirin, têkoşîna vî gelî bi rêya vê paradîgmayê dibe xwedî karaktereke welê ku têk naçe. Ne tenê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û cîhanê, paşeroj a vê paradîgmayê ye. Lewma, gelê Kurd ê xwedî vê paradîgmayê dema ku bi pêşengiya rast têkoşîn mezin kir, wê teqez bi ser bikeve.”

Bayik diyar kir ku PKK niha hêz û xeta îdeolojîk a herî mezin, paradîgmaya nû ya gelê Kurd e û wiha dewam kir: "Yên ku dîrokê diafirînin û serketinên mezin misoger dikin, timî îdeolojî û paradîgma ne. Civakîkirina wan a bi rengekî rast e. Ji ber hêza xwe ya îdeolojîk, olên mezin bi ser ketin, tevgerên Ronesans û Reformê bi ser ketin, fikra demokrasî û sosyalîzmê di çend sedsalên dawî de veguherî sîstema jiyana civakî. Jiyana demokratîk û civakîparêz a bi sîstema konfederal demokratîk a xwe dispêre civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya ku Rêber Apo destnîşan kiriye, yanî sosyalîzma demokratîk wê bibe serketiyê vê sedsalê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.