- Kitêba “Şahnameya Kurdî-Rustemê Zal û Heft Xana Wî” û kitêba “Li Dû Şopa Êzdiyan” hatin weşandin. Herdu kitêb jî xebatên lêkolînê ne û ji Weşanên Avestayê derketine.
Kitêba “Şahnameya Kurdî-Rustemê Zal û Heft Xana Wî” û kitêba “Li Dû Şopa Êzdiyan” hatin weşandin. Herdu kitêb jî xebatên lêkolînê ne û ji Weşanên Avestayê derketine.
Shahab Vali ê ku daye pey serpêhatiya Rustemê Zal, li ser mijareke ku kêm tê zanîn, hûr bûye û armanca vê xebata xwe wiha diyar dike, “Armanca sereke ya vê xebatê, hewldaneke giştî ye ji bo diyarkirina cih, girîngî û serpêhatiyên Rustemê Zal di çanda kolektîf a Kurdan de.”
Li hêla din jî nivîskar Emîn Nardozî kitêba bi navê “Li Dû Şopa Êzdiyan” a ku Magnus Bärtås û Fredrik Ekman bi hev re nivîsîne ji Swedî wergerandiye Kurmanciyê. Herdu nivîskar ji bo kitêbê binivîsin, çûbûn nav Êzdiyên li Ermenistan û Başûrê Kurdistanê.
STENBOL