Bi diruşma "Dem dema azadiyê ye" û di çarçoveya hemeleya piştgiriya çand û huner de, Tevgera Mezopotamyayê şahiyeke hunerî li Hesekê li dar xist. 

Şahî bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî li parka Xabûr a Hesekê li dar ket û tê de komên ji Kobanê, Qamişlo û Dêrikê hunerên xwe pêkêş kirin.
Hevseroka Komîteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê Nesrîn Botan di şahiyê de axivî û got, "Armanca vê hemleyê piştgiriya çand û huner e li herêmê; em Tevgera Çand û Huner dê piştgiriya çanda xwe bikin û ji dijmin re îsbat bikin ku çanda me dewlemend e û bi vê hemleyê piştevaniya hêzên xwe bikin û li rex wan bisekinin.
Em bi hemleya xwe piştgiriya xwe ji hêzên gerîla û pêşmergeyan re nîşan didin û bang dikin şerê navxweyî qedexe bikin."

Piştî axaftinê, koma Botan a Navenda Çand û Huner a Kobanê, koma Cûdî ya ji Dêrikê stranên xwe pêşkêş kirin û şahî bi gerandina govend bi dawî bû. 

HESEKÊ